Civak

Hinartina patrolê bo derve bo 175 hezar bermîl bilind bûye.

Aştî Hewramî wezîrê samanên sirûştî yê hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku rêkirina petrola  xav li herêma Kurdistanê bo derve di rojekê de bo 175 hezar bermîl bilind bûye.

Aştî Hewramî duhî  li Londonê tevlî konferanseke taybet bi petrola İraqê bû. Hewramî di wê konferansê de behsa berhemanîna patrolê li herêma Kurdistanê kir  got:
– Di meha hezîranê de rêkirina petrola xav li herêma Kurdistanê di rojekê de ji 75 hezar bermîl bo 175 hezar bermîl bilind bûye.

– Di meha sibata borî de qezenca firotina petrola herêma Kurdistanê gihabû 2 milyar dolara. Herêma Kurdistanê nîvê wî pereyî werdigre û dide wan kompaniyên ku kontarktên neftê pê re îmza kiriye. Ew  yek jî li gor peymana digel hikûmeta federal ya Îraqê ku di sala 2010ê de li Bexdayê hatiye îmza kirin tê kirin.

Back to top button