Polîtîk

Kurdên Başûr daxaza dewletbûnê kir

Di civînekê de li bajarê Zaxoyê ser bi wîlayeta Duhokê ve ku, pitir ji 100 rêxistnên civaka sivîl (NGO) amade bûn, biryar hat dan ku kar ji bo serbixweyîya Kurdistanê bê kirin. Rêxistinên NGO yên herêma Kurdistanê dê daxwaza xwe ji dezgehên fermî yên herêma Kurdistanê, Iraqê û rêxistina Netewên Yekgirtî û çend welatên zilhêzên cîhanê re bişînin.

  Di civînê de  berpirs û nûnerên nêzîkî 100 rêxistinên civaka sivîl,  rêxistinên cemawerî û pîşeyî yên herêma Kurdistanê amadebûn û daxwaz hat kirin ku, kar ji bo serbixweyîya Kurdistanê biê kirin û dewleta serbixweya Kurdistanê bi awayekî fermî bê ragihandin.
 
Li go rajansa PNAyê, beşdarên civînê di daxuyaniyekê de bi zelalî û bi aşkirayî daxwazê ji gişt dezgehên fermîyên herêma Kurdistanê, Iraqê, cîhanê û rêxistina Netewên Yekgirtî dikin ku piştevanîya daxwaza wan a adil ya gelê Kurdistanê bikin û ewî mafî ji xelkê Kurdistanê re berdest bikin.
– Em daxwazê ji hemû alîyekî dikin di çarçoveya rêkevtinên navdewletî de rêzê li  îradey a xelkê herêma Kurdistan – Iraqê bigirin û rêxistina Netewên Yekgirtî bi xwe serpirestîya referandomekî bike wek wê referandoma ku li başûrê Sûdanê hatiye sazkirin daku, xûya bibe ka xelkê Kurdistanê çi dixwaze û çi şêwazeka girêdana bi Iraqê re pesend dike.
 

 Di vê bareyê de Pehlewan Heyder berpirsê navenda Xebata Nû ya Rewşenbîrî ku ew û dezgeha xwe yek ji amadebûyên civînê bûn, ji PNA re got:
– Di vê kombûnê de beyannameyek hat amadekirin û weha dihê çaverêkirin ku ew beyaname ji serokatîya herêma Kurdistanê, parlamento û hukûmeta herêma Kurdistanê, parlamentoya Iraqê, rêxistina NY û çend welatên zilhêzên cîhanê re bê şandin daku, ew agahdarî daxwaza me ya ji bo sazdana referandomeka cemawerî bibin.
 
Pehlewan Heyder weha jî da xûyakirin ku, piştî diristkirina astengîyan li hember bicihanîna maddeya 140 û astengên li hember bicihanîna destûra Iraqê, ew yek bi rewa hat dîtin ku, ji alîyê pitir ji 100 rêxistinên NGO yên herêma Kurdistanê ve û bi îmzaya berpirs û nûnerên ewan dezgehan daxwazek ji alîyên peywendîdar û bi taybetî jî ji rêxistina Netewên Yekgirtî re bê şandin daku, wek başûrê Sûdanê û welatê Tîmora Rojhilat referandomek bo diyarkirina çarenivîsa herêma Kurdistanê bê sazkirin.

Back to top button