Hin TV’ên Kurdî ji herkesî/ê re dibêjin “mamoste”, “heval”…

Di bernameyên TV’ê yên Kurdî de “peyvên “mamoste” û “heval” pir dihên bikaranîn. Divê serokên bername û rojnamevanên kurd li gorî pîvanên rojnamevanîyê karê xwe bikin daku kurd jê sûd werbigirin.

Pêwîste kes anku beşdar li gorî RIŞME, PÊŞE, “TÎTIL”, NAV û “MESLEK” ê bihên navandin. Lê di bernameyên kurdî de herkes dibe mamoste. Pîvan ne maye. Bi hawayî ronahî cihê xwe dide tarîyê. Heta hin partî û rêxistinên kurd, ji kesên ehmeq, nezan û çakal hez dikin û wan di medya Kurdî de didin pêş. Di Medya Kurdî de propaganda weke rastîyê dihê pejirandin. Lê di rastîya xwe de ew mirin bi xwe ye.

Kesên ku bi kêmhebûnên zanyarîyê ve dijîn di TV´ên partiyên siyasî yên kurdî de li pêş in û ew aqil didin xelqê. Êdî bes e. Divê Medya Kurdî xwe rast bike.

“Medya kurdî kuf girtiye, kufikî bûye”

Medya Kurdî di rewşa naçarîyê de ye, heke çareyeke din tune be, dê ronî di tarîyê de bimîne.

Min biryara xwe daye ku ez êdî li TV´ên Kurdî mêze nekim. Ji ber ku ez jê nikarim sûd werbigirim. Ev biryara min ji bo min rast e. Divê Medya Kurdî bi kêrhatî, bi sûd, bi kelk, bi xêr û bêr, bi qezenc be. Lê ne wisan e. Medya Kurdî gelekî xwe erzan kir û dike jî. Divê mirov xwe erzan û bê qîmet neke. Ji ber ku herkesek dikare bi mirovên erzan anku sivik bileyize û wî /wê bikire û bifiroşe bêyî jê bipirse. Ez dibêjim kurdo/kurdê divê tu li ser axa xwe û li herderê giran û serbilind bî.

Hin partî û rêxistinên kurd di Medya Kurdî de kesên nezan, paşketî û cahîl didin pêş û bi kurdan dileyizin. Pêwîstîya me bi Medyayeke Kurdî ya bi rêk û pêk, hûr û kûr, rast û durist heye. Divê Medya li ser xeta bingehîn ya bêalî, alînegir, tanegir,”bêteref” û xwezayî be, lê ji bo avakirina Kurdistanê be.

Maruf Yilmaz

Lêkolîner, doktoremend û mamoste 

Nerîna min :