Hilbijartinên parêzgehan dê dema xwe de bê kirin
Kawe Mehmûd, ji AKnewsê re axivî û got, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê, roja 10ê Îlona 2011ê, bo hilbijartina civatên parêzgehan destnîşan kiriye. Em dê hemû hewlan bidin bo ku hilbijartin di dema xwe de bê lidarxistin.”
Mehmûd, diyar kir, çi pêwîst be, dê bo hilbijartina civatên parêzgehan bê kirin, heke pirsgirêkek jî derket, dê bê çareserkirin.
Ji aliyek din, berdevkê Komela Îslamî ya Kurdistanê Ebdusetar Mecîd, ji AKnewsê re got, “Em dibêjin bila yasaya civatên parêzgehan bê sererastkirin û desthilatek zêdetir bo civatan bê dayîn ku bikaribin baştir kar bikin.”
Berdevkê tevgera Goran Mihemed Tofîq jî got, “Em di wê baweriyê de ne ku li vî welatî, hemû tişt bo armancên siyasî tên kirin, ji ber wê jî, paşxistina hilbijartinê jî, bo armancên siyasî ye.”
Nûçe: fm
Wergêr: sm
(AKnews)