Hilbijartinên herêmî û hevsengiyên siyasî!

Rojeva siyasî ya sereke, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê hilbijartinên herêmîne. Ji bo AKPê û Erdogan hilbijartina şeredariya Stanbulê bûye pirsek prestîjî. Ji bo vê yekê Erdogan hemû alternatîfa berçav digre û ji bo destxistina şeredariya Stanbulê di nava leptekî taybet de ye. Eger şeredarê niha Ekrem Îmamoglu hilbijartinan de winda bike, gelek tişt têne guhertin, ji berî hertiştekî CHP cardin li hevdikeve û pirsa serokatiya CHPê dibe pirsgirêkek di nava partiyê de. Prestîja Erdogan bilind dibe û CHP hêdî nikare muxalefetekî rêkûpêk bike.
AKPê li Stanbulê winda bike, ne tenê li Stanbulê, Tirkiye hemûyê rewşa CHPê tê guhertin û ihtimalek mezin CHP dikare hilbijartinek awarte ya serokkomariyê jî bîne rojeva siyasî ya Tirkiye. Yanî AKP li Stanbulê winda bike, Erdogan li Kuliya xwe rihet nikare rûne. Ji xwe Erdogan vê yekê dibîne û ji ber wê jî di nava hewldana de ye.
CHP û IYI Partiyê nekarîn wek cara berê tifaqê pêkbînin. IYI Parti bi serê xwe dikeve hilbijartina û li hemû bajaran berbijêrên xwe destnîşan dike. Niha ji bo hevkariyê tenê HEDEP dimîne û CHP hemî giraniya xwe û hêviya xwe dide ser tifaqêkî li gel HEDEPê. Lê hem HEDEP û hem jî CHP behsa hevkariyên nehînî wek berê nakin, herdu alî jî dibêjin ; eger hevkariyek çêbibe , dê vekirî û şefaf be. Ev yek jî bi serê xwe mimkine ji bo CHP bibe rîskek din.
Lê ya balkêş ewe ku herkes tenê li ser dengderên HEDEPê disekinin. Kesek li Stanbulê behsa dengderên Kurda ji derê HEDEPê nake. Ev belkî pirsek balkêşe jî. Lê HEDEP ji bo ji derê xwe heyina Kurdên din li Stanbulê neyê dîtin hemû awayî dezenfarmasyona belav dike. Di rastiya xwe de ji derê HEDEPê dengen berbiçav yên Kurda heye. Dixweyê di van hilbijartinan de taybetî AKP û CHP ne vekirîbê jî hesabekî dikin. Tê zanîn ku di rastiya xwe de terciha HEDEPê hevkariyek li gel AKPê ye. HEDEP ji bo vê pişderiyan de hewldanên mezin dike, rojane qazidên wan serî li AKP didin û daxwaziyan xwe dibêjin. Lê dixweyê AKP vê yekê wek rîskekî dibîne û li gora ku ew dibêjin yan jî tê gotin“ Ew naxwazin carek din bên leyiztika PKKê“.
Li Kurdistanê rewş cudaye. Dixweyê her partiyek bi serê xwe dikeve hilbijartina. HEDEPê heta niha berbijêrên xwe diyar nekirine. Lê daxûyaniyan didin ku, dê vê carê berbijêr ne ji nawendekî bêne destnîşankirin. Lê rastiya HEDEPê heta roja dawî jî nayê zanîn ka dê çi bikin. Li gel hinek partiyên kurda tifaqa HEDEPê heye. Dê hinek şeredariyên navçeyan bidin wan yan na , hêja ne zelale. Lê hewldanek heye ku hinek kesayetên di nava civakê de ku, ne ji HEDEPê ne bikin berbijêr.
Tê zanîn ku, heta niha tu fonksiyona şeredarên HEDEP ê wek kesayet tunebû. Pişderiyan de hinek din xwedî erk û biryarbûn. Eger HEDEP berbijêrek Kurd destnîşan bike, û ew kesayet ne pişderiyan de bê îdarekirin, yanî ne piyonekî siyaseta wan be, rewş bi awayek din tê nirxandin. Ji ber ku, şeredarek divê xizmeta bajarê xwe û milet bike. Nabe bibe serkaniyek darayî ji bo siyaseta PKKê li wî bajarî. Nabe bibe destika ranta hinek aliyan û kesayetan.
Rewş niha ev e, dê sibehî kî çi bike gelekî ne vekirîye. Lê rastiyek heye ku, HEDEP di nava siyaseta Qendil û rastiya Kurdistanê de diheje, hêja nekifşe dê çi bike. Hevserikên HEDEPê ne Kurdin û ji êşa Kurda û rastiya herêmê gelekî ne agahdarin. Piranî siyasetek çep rêvedibin û ev yek di hilbijartinên giştî de bû sedemê nexweşiyekî di nava wan de. Niha dê çewebe ? divê li bendê bin ka dê çi bibe.
Lê eger hinek Kurdên serbixwe û niştimanperwer bi mercên ku ne girêdayê siyaseta HEDEPê bin, bibin berbijêr ,rewşek din derdikeve hpeyda dibê. Ihtimala ku ev yek HEDEPê behtir ber bi Kurdan ve bibe jî derdikev holê.
6/12/2023
Nêrîn/Şirove
N.Firat