Nivîsar

Hilbijartin û helwesta partiyên siyasî!

Ji bo hilbijartinên herêmî li Tirkiye û bakurê Kurdistanê partiyên siyasî ji aliyekî tifaqên xwe bi hêz dikin û ji aliyekî jî hinek li tifaqên nû digerin. Bê guman pêvajoya pêkanîna tifaqa di heman demî de bazarek siyasî jî li gel xwe peyda kiriye. Yanî bi awayek din partiyên dikevin hilbijartina di nava bazarek piralî de ne.

AKP ji bo hinek bajarên mezin ji destê CHPê derêxe  hevldanek mezin dike, li gel MHPê û partiyên di Tifaqa Cumhurde piranî lihevkiriye. Lê Tifaqa millet a ku CHP di hilbijartinên giştî de ava kirî, belav bû. IYI Partî niha biryar daye ku bi serê xwe bikeve hilbijartina.

CHP dixwaze li gel DEMê hevkariyekî avabike, lê DEMê heta wek vê gavê tu bersivek nedaye, dibêjin bila pêwendî berdewam bin lê li hevhatin hêja hindekî dûr e. DEM di eslê xwe de dixwaze li gel AKPê hevkariyekî bike. AKP vê yekê ji bo hevalbendên xwe di nava Tifaqê de eşkere nake. Tenê dikare bêje DEMê hun jî berbijêrên xwe bajarên mezin, wek Stanbul, Enqere, Edene û Mersînê kifş bikin û bikevin hilbijartina. DEM li himber vê tenê dixwaze AKP demanê bide ku cardin Qayuma tayîn neke. Li vê derê AKPê dikare bêje(Belkî gotiye jî) Başe lê hun jî hinek kesayetên ku, tevlî PKKê nebûyin û di derbarê wan de doza terorê nehatî vekirin bînin bikin berbijêr.

Ev yek niha di nava DEMê de cihê gotubêjê ye. Lê gelo dê dem vê yekê bi serê xwe yanî bi biryara Partiyê pêkbîne û biryarê bide, yan cardin dê biryar ji Qendîl werê. Ev yek gelekî girînge. Ji ber ku niha li gora berê hewldanek heye ku DEM tuzekî mesafeyekî bêxê navbera xwe û Qendîl de. Lê ev yek gelekî zehmet e.

CHP û DEM dibêjin ku, emê vê carê , eger em lihevbikin, emê peymanekî îmze bikin û ji Raya Giştî re eşkere bikin. Eger ev peyman bê îmzekirin û ji Raya Giştîre eşkere bibe, dê cardin AKP bikaribe sudê ji vê yekê werbigire.

Dema hilbijartinên serokkomariyê, daxûyaniyên berpirsên PKKê ji bo pişgiriya Kemal Kiliçdaroglu , mirov dikare bêje bû sedemek hevkarên CHPê bi xwe jî deng nedan Kiliçdaroglu û AKP ev yek di warê propagandeyê de gelek bi karanî û li bajarên mezin di nava Tirkan de gelek dengê xwe zêde kirin. Lê niha  derdora DEMê dibêjin ku, tu berjewendiyek me hevkariya li gel CHPê tuneye. Ji ber ku pêwistiya me hevkariya desthilatê heye ku, em bikaribin hinek berjewendiyên xwe biparêzin rê li yaînkirina qayuma bigrin.

Eger DEM li Stanbul, Enqere, Edene, Mersîn û deverên wek Îzmirê berbijêrên xwe nîşan bike û bikeve hilbijartinê, tê wateya hevkariyek nehînî li gel AKPê pêknîye.

Hêja tiştek ne zelale, heta roja ku, dezgehê Bilind ê Hilbijartinê bi awayek fermî berbijêrên partiyan eşkere bike, her gav guhertin di helwesta hinek partiyan de mimkin e.

15.12.2023

Nêrîn/Şirove

Back to top button