Hilbijartin dawî bû, lê tevlîhevî berdewam e

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê hilbijartinên herêmî dawî bûn, lê hêja bi temamî safî nebûne. Encamê hilbijartina li gelek deveran cihê minaqeşeyek mezine. Taybetî li Stanbulê, li gelek navçeyan deng ji nûvê têne hilbijartin, AKP û CHP li gelek cihan îtiraz dikin û Dezgehê Hilbijartinê ya Bilind van îtiraza dinirxîne û hinek biryara digre. Gelek caran jî van îtirazan qebûl nake. CHP û aliyên din hukumetê tawanbar dikin, û AKP jî dibêje destê rêxistina FETO di van hilbijartinan de û hileyan de heye.

Li Kurdistanê HDPê li gel 8 bajaran 63 şeredarî destve anî. Li hinek bajaran berbijêrên HDPê yên hatîn hilbijartin Belgeyên Bawernameya xwe girtin û dest karê xwe kirin. Lê li hinek deveran hêja Dezgehê Hilbijartinê ya Bilind belge nedane berbijêrên HDPê yên serkeftîn.

Ev yek dibe sedemek bingehîn yê gotubêje. Hinek serokên şeredariya yên HDPê ji kar hatibûn dûrxistin û dewsa wan de Qayum hatibûn tayîn kirin. Lê cardin HDPê ew kes kirin berbijêr û ew hilbijartinan de serkeftin, lê Dezgehê Bilind a Hilbijartinê belgenameyên wan nade û sedem rewşa wan ya hukukî dide nîşandan. Herweha di derbarê wan de berê doz hatibû vekirin.

Niha li vê derê du babet derdikevin holê. Yek ji wan ewe ku, gelo ji bo çi ew kesen di dewsa wan de Qayum hatîn tayîn kirin û ew kesên ku di derbarê wan de doz hatî vekirin cardin berbijêr hatin destnîşan kirin? Ev yek bi zanebûn wek tektîkekî siyasî hatiye krin?  ji bo bibe zemînek yêparopagandeyê? Yan jî bi ne zanebûn hatiye kirin.

Babetek din jî ewe ku, bê ku rewşa van berbijêran ya hukukî berçav bê girtin, Dezgehê Bilind a Hilbijartinê bi serê xwe belegenameya nadê van berbijêrên hatîn hilbijartin, yan guvaşa hukumetê li ser vî dezgehî heye. Yanî gelo ev yek jî ji beşek siyaseta hukumetê tê pêş?
Bê guman ev herdu babet têne minaqeşe kirin, lê tê zanîn ku gelek ji van berbijêran ji aliyê HDPê ve bizanebûn hatine destnîşan kirin. Taybetî ev kesayet li cihê ku bi garantî bêne hilbijartin bûne berbijêr.

Ji aliyek din madem kî di derbarê van kesan de pêvajoyek hukukî dihat rêvebirin û doz hatiye vekirin , yan jî dewsa wan de berê Qayum hatiye tayin kirin, ji bo çi Dezgehê Hilbijartinê ya Bilind berbijêriya wan pejirandiye?

Ev pirsgirêk rewşa Tirkiye ya siyasî ve jî girêdaye. Hêja ev yek dê gelek di rojevê de bimîne. Siyaseta ku HDPê li bajarên mezinên Tirkiye rêvebirî bû sedemek ku AKPê winda kir. Lê li himber vê HDPê jî li Kurdistanê winda kir. Ev yek jî helwesta hukumetê li himber HDPê tund dike.

Li gora daxûyaniya Erdogan di derbarê encama hilbijartinan de li herêmên kurda dayî, guhertinek di siyaseta hukumetê û gelek aliyan de, ya ku kurda di kesayeta HDPê de dibînin tê guhertin. Yanî eger di rastiya xwe de hukumet ne bi çavê HDPê li kurda binêre, dê HDP behtir winda bike û kurd jî bikaribin j xwe re çareseriyekî peyda bikin.

Nûçe/analîz

Nerîna min :