Cîhan

Hikûmetê bersiva Îranê da: Em gefan qebûl nakin

Hikûmeta Kurdistanê, bi daxuyaniyeke nivîskî de, bersiva gefên Serdar Selamî cîgirê fermandarê sopayê pasadrên Îranê dide û dibêje hikûmeta Kurdistanê gefên Serdar Selamî red dike û cîraniyeke hertimî ya baş weke bingehê têkeliyên xwe bi Îranê re dibîne.Teksta daxuyaniya hikûmeta Herêma Kurdistanê:Serdar Hisên Selamî cîgirê fermandarê sopayê Pasdarên Komara Îslamiya Îranê, duhî di gotara xwe ya nimêja îniyê de li bajarê Tehrana paytexta Îranê, gefên wêrankirina Herêma Kurdistanê li hikûmet û xelkê Herêma Kurdistanê kirin.Em bi dijwarî wan gefên nemaqûl yên Serdar Selamî red dikin û bi helwestekî ne minasib li hember têkeliyên dêrîn û dostane yên navbera hikûmeta Herêma Kuridstanê û Komara Îslamiya Îranê dizanin. Bi taybetî ku, di vê dawiyê de, danûstandinên pir lihevtêgihiştin û dostane di navbera her du aliyan de hebûn, lê ew gef bi timamî dijî xwezayê wan danûstandinên navbera her dy aliyan de hebûn e û bi tu awayî ew gef xizmeta têkeliyên me nakein û çênabe bi tu awayî ew ziman li hember herêma Kurdistanê bê bikar anîn.Em, weke hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi giringî li têkeliyên xwe yên digel Komara Îslamiya Îranê dinêrin û ji bona berdewam pêşkeftin û zêdetir xurtkirina wan têkeliyan di hemû waran de hewil didin û ji ber vê yekê ew gef bi vê arasteyê re gelek neminasib in. Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bawerîhebûn bi parastina têkeliyan û geşepêdana hevkariya dostane û bicîkirina qanûnên navdewletî û pirensîpên cîraniyeke baş û dostane û hevkariya hertimî, bi berdewamî xwestiye hokarê îstîqrar û aşitiyeke rasteqîne be ji bona berjewendiyên gelên Îranê û hikûmeta Herêma Kurdistanê û deverê, her ji ber vê yekê jî me nexwestiye û em naxwazin axa Herêma Kurdistanê bibe çavkaniya êrîşkirina nav axa Îranê û tu dewleteke din ya cîranê Herêma Kurodstanê.Hikûmeta Herêma Kurdistanê02.07.2016

Balkêş e ?
Close
Back to top button