Cîhan

Li Amerîka rojev referanduma Kurdistanêye

Berpirs û şarezayên Amerîkî mijara referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê gotûbêj dikin û radigihînin, referandûm mafekê sereke yê gelê Kurd e.  Mijara referandûm û serxwbûna Başûrê Kurdistanê, li Washingtonê di panelekê de hate gotûbêjkirin. Yek ji başdarê panelê Balyozê berê yê Amerîkayê li Bexdayê James Jeffrey. Jeffrey got ku, di vê pêvajoyê de biryara referandûmê tenê di destê gelê Kurdistanê de ye lê hê jî pêwîstiya Bexda û Hewlêrê bi hev heye. Pisporên Amerîkî li ser vê xalê hemfirikir in ku divê Kurdistanê paşeroj û çarenûsa xwe diyar bike û astengiyên li pêşiya serxwebûnê jî bi rêyên aştiyane ji holê rake. Gotinek pir tê bihîstin heye li Washingtonê ku dibêjin; “Beriya 20 salan piraniya berpirsên Amerîkî nedakarîn li ser nexşeyê cihê Kurdistanê bibînin. Lê niha mijara Kurd û Kurdistanê bûye rojeveke rojane yê pispor û şirovekarên Washingtonê. Bi taybet kî li gel nêzîkbûna dema encamdana referandûmê li Başûrê Kurdistanê nêzîk bûye, mijar zêdetir di rojevê de ye.” James Jeffrey di vê derbarê de got: “Pirsa sereke ev e; heger gelek ku heta astekê hevgirtî bin û li ser axek diyarkirî bi hev re bijîn, daxwaza raderbirîna wan a serxwebûnê hebe, biryara vê yekê di destê wî gelî de ye.” Yek ji başdarê panelê Balyozê Iraqê li Washingtonê Loqman Feylî bû. Feylî amaje bi wê yekê kir ku di vê pêvajoyê de berjewendiya Bexda û Hewlêrê di yekîtiya Iraqê de ye. Feylî got: “Ji bo pêşketinê pêwîstiya me bi hev heye, ev rastiyek e û dive baş li ser hizir bikin.” Li gor pisporan serxwebûna Kurdistanê wê bandore li ser hemû navçeyê bike û ji ber vê yekê jî divê amadekariyek baş ji bo vê yekê bê kirin. Lêkolînerê Amerîkî Michael Roben jî dibêje: “Divê Kurdistan mijara nakokiyên siyasî û leşkerî çareser bike. Heger neke û serbixwe bibe, dibe ku di dema paşerojê de rewşa wê xirabtir bibe.” Pispor û çavdêrên Amerîkî li ser vê yekê jî hemfikir in ku ji bo encamdana referandûmê şert û mercên navçeyê niha ne gûncaw in lê di heman demî de diyar dikin ku ev yek mafê sereke yê gelê Kurd e û divê rêzê li encamên referandûmê jî bigrin.Rudaw 

Balkêş e ?
Close
Back to top button