Encumena Wezîran roja çarşeme 3-2-2016 bi serokatiya Nêçîrvan Barizanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û amadebûna Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîr ji bo gengeşe kirina rêkarên taybet bi çawaniya serederiya Hikûmetê tevî qeyrana darayî û cî bi cî kirina reforman civiya.  Li despêka civînê ku Parêzgarên Herêma kurdstanê jî amade bibûn,Serokwezîr kurtiyek derbarê dawîn serdana şandeya Herêma kurdstanê bo Bexdayê pêşkêş kir û bal kşande ser giringiya berdewambûna diyalog û danustan navbera  Hewlêr û Bexdayê,bo vê yekê jî biriyar hatiye dan her du mehan carekê bi hevre bicivn û mêkanîzmeka hev ahengiyê pêk bînin ji bo berdewambûna diyalog û danustan ji bo gehiştn bi hev têgihşt û karkirin ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê. Her wiha got pirs û babetên derbarê têkliyên navbera Îraq û Herêma Kurdistanê tevî Tirkiya,çavdîrî kirina gumrikan,alîkariya Herêma Kurdistanê û beşdarî kirina Pêşmerge li operasiyona rizgarkirina Musilê,metirsiyên li ser bendava Musilê,alîkariya Hikûmeta fedral bo Pêşmerge,bandorên qeyrana darayî li ser Îraqê,beşdarî kirina Herêma Kurdistanê li çalakiyên dîplomasiyên Îraqê û pirsa petirolê û dahatan babetê  hevdîtna navbera Hewlêr û Bexdayê bûye. Serokwezîr derbarê rêkarên Hikûmetê ji bo çareser kirina rewşa nihaya Herêmê û progirama reforman eşkere kir ku dest bi cî bi cî kirina wan dike. Li byavê siyasî jî bal kşande ser komîteya siyasî ku ji bo çareser kirina pirsgirêk û nakokiyên siyasiyên Herêmê ji her yek ji PDK û YNK û Yekgirtû pêkhatiye û serdana aliyên din dike. Cîgirê Serokwezîr Qubad Taleban xuyakir îro rojeka giran e û Hikûmet naçare biriyareka giran bide bo vê yekê alîkariya mûçexor û welatiyên Herêma Kurdistanê bike û b pştîvaniya hemû aliyekê rêkar û progirama reformê cî bi cî bike,ji ber ku divê Hikûmet êdî biriyareka giring bide bo vê yekê ku bikare berhngarê vê rewşa dijwara darayî bibe û b serkevtî vê qeyranê çareser bike. Li dû re Encumenê Wezîran rêkar û reformên Hikûmetê xiste ber behs û gengeşe kirinê ku ji bo çareser kirina qeyrana darayî dihêne cî bi cî kirin û bi awayekê serekî li ser bingeha zêdekirina dahat û kêmkirina xerciyan hatiye danan. Her di vê çarçovê de biriyara helgirtneka rêjeyî ya mûçeyê hjmarek mûçexoran ji bîlî Pêşmerge û Hêzên Asayiş hate dan,bo vê yekê Hikûmet bikare li gor sîstemê nû dest bi pê dana mûçeyê meha yekê sala nû bike. mûçeyê mehên sala 2015 ku nehatine dan,wek qer dihê paşkeft kirin heya ew demê ku Hikûmet dikare bide. Li dawyê  jî Serokwezîrê xuyakir îro Hikûmet naçar e biriyareka nexoş û giran bide,lê eve biriyar û rêkareka demkiye ji bo çareser kirina qeyran û rewşa Herêma Kurdistanê. ji ber ku rewşa darayî xrap e,Hikûmet jî bi berdewamî hewilê didet û hemû rêyekê ji bo çareser kirina yekcarî digire ber.Her piştî i dawî hatna civîna Encumenê wezîran rêkar û progirama reformê di daxuyaniyekê de hate ragihandin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: