Hikûmet pêşwaziyê li vekirina konsolxaneya Swêdê dike
Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ji Smereriye TV re behsa giringiya vekirina konsolxaneya Swêdê li herêma Kurdistanê kir got:
– Em, li hikûmeta herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li pêngava erêniya hikûmeta Swêdê bo vekirina konsolxaneyê li Hewlêrê û vekirina sefaretê li Bexdayê dikin. Vekirna konsolxaneya Swêdê li Hewlêrê, di warê avakirina têkeliyan di navbera herêma Kurdistanê û civaka navdewletî de, ji bo manayeke mzin dide.
Mistefa got ku gelek welatên biyanî nûneratî û konsolxane li herêma Kurdistanê vekirina û got:
– Heta nuha hevdw welatên biyanî nûnerayetî, ofîs û konsolxane li herêma Kurdistanê hene. Ev pêngava Swêdê jî avêtî dê ji bo xurtkirin û berfirehkirina têkeliyên abûrî, çandî û bazirganîyê alîkareke alîkarek mezin be. Herwesa dê têkeliyên navbera bazirgan, sermayedar û berhemînerên Swêdê û herêma Kurdistanê berfirehtir bibin.