Berhem Salih û wezîrê pêşesaziyê Fransayê civiyan
Piştî şandeya hikûmeta Fransayê ku ji bilê wezîrê industiryê ji çend parlamenter, sermayedar, bazirgan û xwedî şîrket û kompaniyên berhemanînê pêkhat bû bi serokê hikûmetê herêma Kurdistanê re civiyayîn, di preskoinferensekê de encamên serdnan bo herêma Kurdistanê eşkere kirin.
Serokê hikûmetê got:
– Hikûmeta herêma Kurdistanê têkeliyên xwe, di wan warên ku cîyê giringîpêdana her du aliyane, bi Fransayê re ber bi pêşve dibe. Kurdistanê di warê têkeliyên abûrî, bazirganî, pêşesazî û berhemanînê de di navbera herîma Kurdistanê-Îraq û Fransayê de pir û dariyekê mezin e.
– Me di budceya herêm Kurdistanê de, budceyeke tabet bo geşe pêdana şiyanên kadtroyên hikûmetê û xandina bilin bedest kiriye, daku xwendekarên kurd ji bo xandinê derkevon derve û diplomayên bilind werbigirin. Yek ji wan welatan jî Fransa ye. Da ku sur ji tecrûbeya zengîn a fransayê bê wergiritn.
Wezîrê Fransayê jî di axaftina xwe de got:
– Kurdistanê, ji bona têkeliyên Fransayê bi Îraq û Kurdistanê re, derîyekê mezin û giringe. Îro em hatine Kurdistanê da ku bi serok Talebanî û serokê hikûmeta herêma Kurdistanê re bicivin û behsa têkeliyên Fransayê bi Kurdistanê û Îraqê re gotûbêj bikin. Fransayê têkeliyên xurt bi herêma Kurdistanê û gelê kurd re heye û Fransa giringiyeke ntaybet bi wan peywendiyan dide.
– Fransa dê senterekê mezin yê zîraetê li herêma Kurdistanê veke û dê pispor û teknolojiya pêşkeftî ji bo wî senterê zîraetê dabîn bikin. Herwesa di demeke nêzîk de dêherêma Kurdistan xeta emanî di navbera Fransayê û herêma Kurdistanê de dest bi seferên esmanî bike, û ew yek dê bibe sedemê zêdetir xurtkirina têkeliyan û bizava bazirganiyê.