Cîhan
Hêzên Tirkiye nêzikî Minbicê bûn
Di çerçova li hevhatina li gel Amerikayê hêzên Tirka li devera Minbicê dest nobetê kirin. Gelek wesayetên eskerî yên Tirkiye çûn herêmê û kontrola xwe kirin. Ev cara yekeme ku hêzên Tirkiye evkas nêzikî mewzîyên HDS dibin.Deverên ku hêzên Tirkiye li digerin tenê 500 metreyî dûrê cihên YPGê ne û hewldan hene ku demek nêzik de Tirk li gel Amerikayê bikevin nava Minbicê bi xwe de jî. Di vê derbarê de Amerika û Tirkiye hevdîtina dikin.