Li gûra nûçeyeka Tora mediya Rûdawê, her çiqasî operasyonên artêşa Tirkiyê li nava axa Başûrê Kurdistanê li gorî berê kêmtir jî bûne, bombebaran her berdewam e. Li sînorê navçeya Batûfa ya Zaxo jî ku hejmareke gund ketine bin kontrol û çavdêriya artêşa Tirkiyê, leşker diçin nava gundan bi xelkê re lêpirsînê dikin.
Welatiyekî xelkê Batûfa beriya 10 rojan ji bo avdana zeviya xwe çûye gund, ew ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve hatiye girtin û radestî çekdarên girêdayî artêşa Tirkiyê kirine, wan çekdaran lêpirsîn bi wî re kirine û piştre jî ew berdane.
Xelkê wê deverê jî dibêje, niha tirseke mezin di dilê wan de heye û ew ditirsin ku aloziyên li navçeya wan zêdetir bibin û êdî ti derfetekî jiyanê li wir nemîne.
Xelkê gundê Rîsê Îdrîs Yûnis dibêje: “Leşkerên Tirkiyê, ez di nav otomobîla xwe de girtim. Paşê ez birim gund. Fermandeyê leşkerên Tirkiyê ez rasdestî fermandeyê fevca çeteyan kirim û wî zêdeyî sê saetan ez li ba xwe hiştim û heta ku fermadeyê leşkerên Tirkiyê ne got wî berde ez bernedam. “
Li pênc gundên Batîfayê xelk ji aliyê aliyê leşkerên Tirkiyê û alîgirên ve lêkolîn derbarê hinek welatiyên Herêma Kurdistanê de têne kirin.
Xelkê Gundê Bankê Mihemed Ehmed jî got: “Tirk hatin nav axa me û dibêjin em ji ber PKKê hatine. Ew dê herin vê care PKKê dê bê. Her li ser me zilm e, çi PKK be çi Tirk bin.”
Berî mehekê artêşa Tirkiyê li Gundê Bankê hinek avahî ji nav biribûn û li herêmê 18 xalên çavdêriyê avakirine û berdewam derbasî nav gundan dibin û lêpirsînê derbarê xelkê parêzgeha Duhokê de dikin.
Rêvebirê Nahiya Batîfayê Dilşêr Ebdulstar jî wiha axivî: “Weltiyên ser bi Nahiya Batîfayê ve rastî lêpirsînê dibin û karîgeriyek li ser wan çêbûye û nikarin herin di nav bahçe û zeviyên xwe de. Ditirsin ku bibin armanca êrişan.”