CîhanRojev

Amerika çalak kirina sistema S-400ê şermezar dike

Dema Tirkiye sîstema parastina Ezmanî ya S-400 ji Rusya kirî Amerika li himber derket û di serîde Amerika û hemû welatên di nava NATOyê de bala Tirkiye kişand. Lê Tirkiye ev sistem ji Rusya kirî. Lê dihat gotin ku ev sistema ku Tirkiye kirî di neyê bi karanîn.

Ji wê rojê heta niha gelek guhertin li herêmê û Tirkiye çêbûn, pêwendiyên Tirkiye û Rusya ji bo şerê di nava Ermenistan û Azerbeycanê de ber bi xirabiyê ve diçe. Amerika ji bo  pirsgirêka li rojhilatê Behra Spî peyda bûyî bala Tirkiye dikişîne.

Niha jî tê îdia kirin ku, Tirkiye sistema S-400êli bajarê Sînopê diceribîne. Ajansa Reuters di derbarê vê bûyerê de nûçeyek weşand û serokê AKPê yê şaxa bajarê Sinopê jî di Twitterê de ev nüce piştrast kirîbû.

Wezereta Derve ya Amerikayê di vê derbarê de daxûyaniyek derêxist. Wezereta Derve ya Amerikayê pêwendî bi berpirsên bilind ên Tirkiye re kiriye û gotine ku, ji xwe kirîna sistema S-400 nayê qebûl kirin. Eger ev sistem bê aktif kirin dê encamên xirab li gel xwe peyda bike.

Berdevkê Wezereta Bergiriya Amerikayê  Jonathan Hoffman jî daxûyaniyekî de dibêje: Eger ev nüçe rastbe, em vê bûyerê bi tundî şermezar dikin.

Back to top button