CîhanRojev

Hêzên rejima Suriye Idlib topbaran kir

Hêzên rejima Suriye bi arîkariya milîsên Îranî devera Idlibê topbaran kirin û di encam de 5 kes birîndar bûn . Birîna 3 kesa girane û zarok di nav wan de hene.Hêzên rejimê nêzikî rêya navdewlî ya M4 êrîşkirin û gundek bi navê Elbara bû armanca topbarana wan.

Tê zanin ku Rusya ,Îran û Tirkiye sala 2017ê de, di civîna Astana de,li ser devera Idlibê li hevkirîbûn û xetek a ku şer lê nebe hatibû destnîşan kirin. Lê ji wê rojê heta niha hêzên rejimê û çekdarên milîsên Îranê bi pişgiriya Rusya piraniya deverê kirin destê xwe de. sala 2018ê li Soçî Rusya û Tirkiye ji bo agirbestekî peymanek îmze kirin. Lê di rastiyê de ev yek tu cara cîbicî nebû.

Back to top button