Nivîsar

Derew kesekî nagihîne tu armancekî

Gelek cara hinek qelemşûrên PKKê nivîsan dinivîsên û behsa tiştên nebûyî dikin. Bê ku bifikirin tişta ji wan re tê gotin dinivîsînin. Heqaretê ji bilî xwe dikin, nûçeyên derew  dinivîsînin. Nirxandinên wan hemû hatine dizaynkirin û li ser bingehê astengkirina dewletbûna Kurda tevdigerin .

Nivîskara Ozgur Politika Gulistan Çîya Îke, cardin dijminetiyeke bê wate li himber PDKê dike. Îke di nivîsa xwe de dibêje: Serkêşê dijminên Kurdan jî dewleta Tirk e. Dijmin her demê tehlûkeyan çêdikin. Lê niha ji dijminan zêdetir ji bo Kurdan tehlûkeyeke mezin hevkariya li gel dijminan e. Feydegirtina dijminan ji hin partiyên Kurdan, tehlûkeyê bi xwe re tîne. Bi taybetî têkiliya PDKʼê ya li gel dewleta Tirk ji 4 beşên Kurdistanê û Kurdan hemûyî re xeteriyê çêdike. 

Raste dijminê Kurda dewleta Tirke, lê dewleta Suriye, Iraq e û Îran e jî. Ji berî her tiştekî divê ev xanim vê rastiyê jî biwêre beje. Lê ji ber ku pêwendiyên PKK li dijî tevgera azadixwaza Kurdistanê van hersê dewletan re heye deng nake. Raste dijmin feydeyek mezin aliyên li gel wan hevkariyê dike dibine. Wan li dijî destkeftiyên Kurdistanê bi kar tîne. Gelo li Şengalê taşeronên Heşda Şeibî kîne û kî rê li vegera xelkê Şingalê digire?

Raste pêwendiya Hukumeta Herêma Kurdistanê di çerçeweyek diplomasi de li gel Tirkiye û Îranê jî heye. Lê berpirsên desthilata hukumeta Kurdistanê di bin ala Kurdistanê de eşkere li gel rayadarên van dewletan rûdinin. Gelo heta niha kesekî dîtiye ku, perbirsek ê PKKê eşkere di bi sembolek Kurdistanî de li gel rayadarek van dewleta civiyayî? Ew weşartî li gel dezgehên îstixbarata her çar dewletan dicivin û planên têkbirina destkeftiyan Kurda dikin.

Behsa Yekitiyek Netewî dikin, lê di mejiyê wan de ev yekitî li dijê xeta netewî bi xweye û planên têkbirina xeta netewî bi navê netewîbûnê dikin.

Îke beşek din nivîsa xwe de dibêje: Ya rastî, mesele ji bo gelê Kurd çareser bûye. Li 4 beşên Kurdistanê yekbûna hest û armancê pêk hatiye. Civaka Kurd yekîtiya neteweyî pêk aniye. 

Başe eger “Yekitiya Netewî“ ya ku hun behsê dikin pêkhatibe hun doza çi dikin? Ji bo çi hun behsa Yekitiya Netewî dikin? Misyona we ewe ku hun Yekitiyek Netewî beravêtî bikin .

Îke berdewamiya nivîsa xwe de dibêje: Divê êrişa li ser Şingal û Mexmûrê were rawestandin. Divê di serî de jî hevkariya PDKʼê ya bi Tirkiyê re were rawestandin. Ji ber ku niha xeterî û tehlûkeya herî mezin ya neteweyî ev e. Wê demê divê xebat û helwêsta neteweyî ya sereke pêşîgirtina li vê metirsiyê be. An jî em rabin bêjin bila di navbera Kurdan de şer nebe; birakujî nebe, tê wê wateyê, em ê vê nêzîkatiya PDK’ê nebînin.

Cardin behsa hevkariya PDKê û dewleta Tirk dike. Lê naxwaze hukumeta herêma Kurdistanê bibine. Ji berk u ew serweriya başûrê Kurdistanê qebûl nakin. PDK yan jî hukumeta Kurdistanê êrîşê Mexmûr û Şingalê nakin. Mexmûr û Şingal ji aliye Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê ve piştî referanduma serxwbûnê hatin dagirkirin. Niha hukumeta herêma Kurdistanê hewldide ku van herdu deveran bêxe li ser herêma Kurdistanê. Lê çekdarên PKKê li gel Heşda Şeibî hewldidin van deveran ji Kurdistanê veqetînin û Bexdayê ve girebidin. Wek din ya herî baş ewe ku çekdarên PKKê ji van herêma derkevin bere xwe bidin bakurê Kurdistanê.Şerê li dijê dewleta Tirk ne li Mexmûr û Şingalê tê kirin. Li bakurê Kurdistanê qada şerê weye, eger hun ji dil û rast bin.

Herweha PKKê ji bere niha jî bi deve Mistafa Karasu yê revebriya PKKê de cih digre, da xûyakirin ku, şerê li dijê PDKê ne şerê birakujiyê ye. Niha ev xanim vê yeke dubara dike. Ev kesên van nivîsan dinivîsînin berdevkiya dewletên dakirker dikin. Ji herkesi behtir dizanin ku, dema doza dewletbûna Kurdistanê serbikeve ,ew ji holê radibin. Ji ber ku hêdî tu karek dijmin li wan namine û wan dide aliyekî.

Qelamşûra PKKê dibêje ku;“ Wezîrê parastinê yê dewleta Tirk a dagirker çima Çûye Hewlêr“ Divê ev xanim bizanibe û têbigihe Hewlêr paytextê başûrê Kurdistanê ye. Hemû aliyên serdana Kurdistanê dikin li gel berpirsên Kurdistanê di bin ala Kurdistanê de dicivin û daxûyaniya eşkere didin medya cihanê jî.

Wezirê Parastina Tirkiye serdana Bexdayê jî kir, li gel wan berpirsên ku hun miaşê xwe ji wan digrin jî civîyan. Gelo tirsa we çîye hun behsa dijmina nakin û tene dixwazin bi derewan parêzgerên xeta netewî tawanbar bikin? Hêdî ev propagande û dezenfarmasyon rolekî naleyze, qêrîna we bê feydeye.

Beşek din di nivîsa xwe de Ike dibêje:  Êdî ti wateya bangên ji bo PDK û PKK’ê tinene. Di vê rewşê de lazim e ku bang li PDK’ê bikin. Hetta bang jî têrê nake. Divê gelê Kurd û hêzên siyasî li dijî PDK’ê bibin xwedî helwêst.

Bila ev xanim baş bizanibe, PDK xwediyê siyasetek netewîye, PDK hewla dewletbûna Kurda beşek a Kurdistanê de dide. Ji xwe eger PDK guh bide bangên PKKê ji bo Yekitiyên sexte, dê PDK tujî xeletiyek mezin bibe. Ji ber ku ji berî niha jî ev pêvajo hate rojevê û herkesekî nerastiya PKKê û fehl û fîtên wan di  vê derbarê de dît û PDK jî ji xeletiyekî vegeriya……

7.02.2021

Analiz/Rojevakurd

Back to top button