Hêzên rejima Suriye ber bi Idlibê ve diçin
Artêşa Suriye bi alîkariya Rusyayê operasyona xwe ya li himber Idlibê berdewam dike. Piştî şerê di navbera rejima Suriye û Tirkiye de jî rûdayî hêzên Suriye operasyonên xwe nesekinadin û herî dawî li gora ajansa Reutersê bajarokê Serakip jî vegirtin. Ev dever ji aliyê stratejik ve gelekî girîng e. Bajarok di destê tevgera Tehrir El Şam( Cephetil Nusra) de bû.
Tê zanîn ku ev rêxistin wek rêxistinek terorist hatiye naskirin û Tirkiye soz dabû Rusyayê ku vê rêxistinê ji devera Idlibê derêxe. Lê tu cara hewldana vê yekê nekir . Hinek xalên çavderiya Tirkiye niha maye deverên ku Suriye vegirtî de. Tirkiye muhlet daye Suriye ku heta dawîya meha Sibatê xwe ji va deveran vekişin.
Amerikayê di vê derbarê de rexne li siyaseta Rusyayê dike û dibêje ku bûyerên li Idlibê rîdidin sûçê siyaseta Rusya li herêmê ye.