Hevpeyvîn

Mercên me mercên netewî û demokratikin

 

Rojevakurd di derbarê Yekitiyek Netewî li bakurê Kurdistanê ji sê partiyan re nameyek rêkir. Nameyek ji serokê PAKê birêz Mistefa Ozçelik re, nameyek ji serokê PSKê birêz Mesud Tek re û nameyek jî serokê HAK PARê birêz Latif Epozdemir re rêkir.

Serokê giştî yêPSKê birêz Tek bersiva nameya me da û em nameya Rojevakurd û bersiva Mesut Tek radigihînin.

Name û Pirsek:

Ji bo serokê Giştî yê Partiya Sosyalista Kurdistanê

Birêz Mesut Tek

Wek tê zanîn di qonaxa ku tevgera Kurd têre derbas dibe  bi awayekî yekitiyek netewî wek pêwistiyekî dertêxe holê. HDP û hinek aliyên siyasî behsa yekitiyekî dikin ku ev ji hemû nirxên yekitiyek netewî dûr e.

Lê hinek partî û aliyên din yên Kurdistanî ji derveyê Yekitiya HDPê pêşkêşîye dike hene û ew hêz xwe wek hêzên Kurdistanî û netewî bi nav dikin. Herweha gelek kesayet, siyasetmedar, nivîskar û rewşenbîrên kurd hene ku dixwazin Yekitiye Netewî pêkwerê.

Pirsa me ewe ku hun wek PSKê di vê derbarê de çi dibêjin û ji bo avakirina Yekitiyek netewî çi pêşniyarên we hene ?

Gelo ji bo vê yekê hewldanên we wek partî hene û hebin hun dikarin behsê bikin?

Birêz Tek, em hêvî dikin ku bersiva pirsên me bidin û raya giştî ya Kurdistanî jî di vê derbarê de ronî bikin.

Ji niha ve spasiya we dikin hêviya serkeftinê ji bo we dikin.

Rêz û silav

Rojevakurd

https://rojevakurd.com

Bersiva serokê PSKê Mesud Tek:


Herwekî we jî got, li Kurdistana Bakur ji bona ava kirina yêkrêziya neteweyî du hawl û xebatên cuda cuda thene. Yek ji wan xebatan hewlê hevbeş a PAK û PSK ye, ku hinek grubên welatparêz û kesayetiyên niştimanperwer jî şîrîkê xebatê hanê ne.

Xebatê dînê jî bi pêşengiya derdorê HDP û bi beşdariya hinek partî û gurubên siyasî têne meşandin.

Bê guman avakirina yêkrêziya neteweyî li Kurdistana Bakur, xalê serekî a rojeva xebata azadixwaziya Bakur e. Partî û hêz û gurup û aliyên siyasî yên Kurdistana Bakur, bona pêkanina yyêkitiya neteweyî gelek hewl dane, xebat kirine. Partiya me jî di hemu hewl û xebatên hanê da ci girtiye.

Lê belê dikarim bêjim destpêka hawlê dawî ya PAK û PSK pêvajoya hilbijartina herêmî ya parsal e.

Di hilbijartina heremî ya sala 2019’an da PAK û PSK bi navê Tîfaqa Welatperwer û Demokrat beşdarê hilbijartinê bûn. Û divê bê gotin, ku PDK-Bakur û hinêk kesayetiyên welatparêz û serbixwe jî beşdarê kar û xebata Tifaqê bûne.

Paş hilbijartinê em herdu partî xebata xwe bona hevkarî û yêkrêziya netewî berdewam kir. Bona bi serhev da anîna hêzên Kurdistanê, bi beşdariya hinek aliyên siyasî û kesayetiyên serbixwe du dîdarên fîkrî (Thînk Tank) çêkir û têda li ser rê û olax û bernameyê û çilo û çawaniya yêkrêziyê giftugo kirin.

Di axirin dîdarê de hat gotin, ku gotubej bi wan aliyên siyasî yên ku beşdaree  herdu civinan nebûne, were kirinê, daku ew jî bêşdarê pêvajoya hanê bibin.

Cendek berê heyetek, ku ji nunerên PSK û PAK û kesên serbixwe pêkhatiye, ligel PDK, PDK-Bakur û Hereketa Azadî giftugo kirin. Di rojên pêşê jî emê ligel HAK-PARê jî li ser vê babatê giftugo bikin. Heya niha encamê giftugoyên hanê erênî ne û hêvîbexş e.

Paş temam bûna giftugoyan, li ser encamên giftugo êmê nexşereyek destnişan bikin.

Bi gor bîr û baweriya me yêkrêziyê ku em bona pêkhatina wê kar û xebatê dikin, divê nişana pir rengî û pir dengiya gelê Kurdistana Bakur be.  Çu vetoyên me derheqa tû hêz û girubên siyasî û kesayetiyên serbixwe nine. Mercên me mercên netewî û demokratik, in ku ev in:

  • Divê qebul bike, ku Kurdistan welateke serbixwe ye, neteweyê Kurd jî…
  • Divê rêz li nirxên netewî wekî Ala Rengîn, siruda Netewî û Peşavayên Netewî (Şeyh Saîd, Seyîd Rîza, Pêşava Qazî û Mela Mîstefa Barzanî) bigre.
  • Divê ji bona Kurdistana Bakurê, li ser bingeha çaxrafyayê statuyekê siyasî û netewî daxwaz bike.

Gelek spas jı bona hevpêyvina hanê.

Back to top button