Cîhan

Hêzên rejima Esad gihatin derdora Minbicê

Li gora nûçeya Ajansa fermî ya Tirkiye AA hêzên rejima Suriye bi hevkariya PKK/YPGê hatin dora Minbicê û li hinek deveran cih bûn.
Ajans di nûçeya xwe de dide xûyakirin ku; Li gor çavkaniyên ewle yên li Minbicê 2 tank, kamyonên melzemeyan, wesaîtên bizirx yên personelan û 40 pîkapên hêzên rejimê tê da ne qederê saetek berê ji başûrê va ketin navçeyê.

Konvoya hêzên rejimê piştî ku demekê bi serkirdeyên YPG/PKKyê ra axivîn ketin Arîmaha li dorbera rojhilatê navçeyê.

Gorî agahiyan YPG/PKKyê kontrola Arîmahê teslimî hêzên rejimê kir.

Beldeya Arîmahê di navbera rojhilatê Minbicê û herêma Mertalê Feratê da li ser xeta eniyê ye.

Li herêmên din yên Minbicê dagirkeriya YPG/PKKyê dewam dike û di demeke nêzîk da divê Amerîka eskerên xwe vekişîne.

Eskeriyên Amerîkayê li navend û bakurê Minbicê li ber çemê Sacuyê yê ku xeta eniyê ya herêma Mertalê Feratê ye bi cî bûne.

Back to top button