CivakRojev

Hêzên pêşmerge çend bombeyên PKKê çandîn pûç kirin

Çavkaniyek ji hêzên pêşmerge ragihand ku duhê êwarê hêzên pêşmerge karîne çend mînên ku ji aliyê çekdarên pkkvê li ser rêya serekî ya di navbera Amêdiyê û Dêrelûkê de hatibûn çandin pûç bikin.

Çavkaniya han diyar kiriye ku çekdarên pkk li ser rêya navbera Amêdiyê û Dêrelûkê zêdetir ji 30 kîlo tnt û mîn danîbûn lê hêzên pêşmerge ji vê bûyerê hatine agehdarkirin û pişt re jî hêzên pêşmerge çûne cîhê bûyerê û karîne ev mîn û tntya han pûç bikin.

Back to top button