Li bajarokê Hewica ku girêdayê bajarê Kerkûkê ye, ji roja Înê ve xwepêşandan li dijê hukumeta Iraqê têne kirin.

Hêzên Maliki gelek bi tundî şerê kesên xwepêşandanê pêktînin dike. Li gora agahdariyên ji herêmê têne şer di navbera xelkê herêmê û leşkerên Iraqê de berdewame. Herweha tê ragihandin ku ji bajarokê Hewîca heta quntara çîyayê Hemrîn şer heye.

Li gora agahdariyên herî dawî heta niha 27 kes hatine kuştin û hêjmara bîrîndaran gihatiye sedî.

Di tevitiya Iraqê de li himber vê êrîşa hêzên Malikî ne rihetiyek heye û Sune li gelek deverên din ji bo vê êrîşkariya Malikî proteto bikin derketina kolanan xwepêşandana dikin.

Çûyîn hatina devera Hewica hatiye qedexe kirin û mirov nikare agahdariyên bi temami dest bêxe.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: