Hêzên Kurdistanê di amadebeşîyê de ne

Bi mebesta rêgirtinê li hatina endam û çekdarên Dewleta Îslamî ya İraq û Şamê (DAÎŞ), ji bo her egerekê polîs, asayîş û pêşmergeyên Herêma Kurdistanê ketin amadebaşiyê.

Di vê derbarê de Rêveberê Giştî yê Polîsên Herêma Kurdistanê Komîser Ebdulla Mihemed Xeylanî agahî dan radyoya Navxwe û got: ‘’Bi hevahengiya ligel hêzên asayîşê û pêşmergeyên Kurdistanê, amadebaşî hatiye kirin ji bo her egerekê ku rûbirûyê Herêma Kurdistanê bibe.’‘

Xeylanî da zanîn ku ji xeynî metirsiya DAÎŞ’ê bo ser Herêma Kurdistanê, ji bo her kiryareke din jî amadebaşî hatiye kirin ku li Kurdistanhe biqewime. 

Berî niha Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer ragehandibû ku Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê amade ye rûbirûyê çekdarên DAHÎŞ’ê bibe û nehêle endamên wê grubê bikevin nav axa Herêma Kurdistanê.

Nerîna min :