CîhanCivak

Hêzên Iraqî nêzikî balafirxaneya Musil dibin

Operasyona azadkirina Musilê berdewame. Serokwezîrê Iraqê da xûyakirin ku beşê duyem ê operasyone destpêkir û ji duh ve hêzên Iraqî ber bi Musilve pêşve diçin û çend gundên ber bajêrve hatin azad kirin.Li gora berpirsên leşkerîyên Iraqê, hêzên Iraqî du kilometre nêzikî balefirxana Musil bûne.  Wek tê zanin ev operasyona  azadkirina beşê din yê bajêre .Dawi hatina operasyona Musil prosesek nû yê siyasî li Iraqê Kurdistanê destpê dike. Pêwendiyên navbera Bexda û Hewlêr jî dê bigihin qonaxek din.Kurd piştî operasyona Musilê çevrêya ragihandna dewleta Kurdistanî dikin. Her çikas di vê rêyê de asteng hebin jî , îrada desthilatdariya Kurdistanê û taybetî ya serokê Kurdistanê di vî warî de gelekî bi hêz e.Ji bo perosesa nû ya rewşa siyasî operasyona musil xwedî girîngiyek taybet e.

Back to top button