CivakRojev

Hezar xaniyan bo xelkê Şingal ava dike

Berpirsê ofîsa Şingalê yê Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî eşkera kir di plana wan de heye ku nêzîkî hezar xaniyan bo xelkê Şingalê ava bikin.

Berpirsê ofîsa Şingalê yê Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî Pîr Deyan Cehfer ji BasNewsê re ragehand, ku awayê alîkariyan bo xelkê Şingalê dê biguherin û di plana dezgayê wan de ye ku nêzîkî hezar xaniyan bo xelkê deverê ava bikin.

Herwaha aşkera kir, hemû rêxistinên xêrxwaziyê bendewariyê dikin bo temamê rêkeftina asayî kirina rewşa Şingalê bicîh bê û asayîşa navçeyê rûnê û xelk vegere. Ew jî dê wê demê alîkariyan bigehînin xelkê kêmderamet ê Şingalê.

Pîr Deyan Cehfer balkêşa ser wê yekê jî ku hêz û çekdarên nerewa tenê al anîne xwarê û cilûbergên din li ber kirin û li Şingalê nemane. ‘’Wê yekê jî wisa kiriye ku xelk û rêxistin jî nikaribên biçin Şingalê û li bendê ne bi temamî rewş asayî bibe.’’

Pîr Deyan ragehand, wekî Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî plana wan a nû ku danîne, dixwazin xaniyan bo xelkê Şingalê ava bikin.

Back to top button