Heyf Huseyîn, sed caran heyf!!!

Hisên Şaweş fermandarekYPGê ye. Di axvtinek ya xwe de giranî êrîşê peşmerge dike û gotinênên tewş di ne cih de dibêje. Hisên Pêşmerge wek DAÎŞ nav kirîbû.
Ev helwesta Hisên bû sedema ku gelek kesan ew protesto kir.
Siyasetmedarê kurd Akif Hasan jî di malpera xwe a Facebookê de bi kurte nivîsekî bersiva Hisên Şawis dide û dibîje: Heyf û mixabin..
Heyf Huseyîn, sed caran heyf!!!

Huseyîn Şawîş pêşmergeyên Rojava weke Daîş nîşan dide

Heyf Huseyîn, sed caran heyf!!!Ma mirovê ji xwe heskirî van gotinan dibêje? Gelo tu wusa bawerî, an tu xwe mecbûr dibînî wusa bêjî? Min qet bawer nedikir rojek were tu jî xwe bikî vî halî, tu pêl wijdana xwe bikî û xort û keçên me wusa krêt bi nav bikî.Heyf Huseyîn, sed caran heyf!!!Çandeke wiha li Dêrika Hemko û gundê Qereçox tune bû, gelo te ev çanda biyanî ji ku wergirtiye? Tu dibêjî Daîş in? De bêje ka serê çend kurdan jêkirine? Destê xwe dirêjî namûsa kî kirine? Mal û milkên kî wêran kirine?Heyf Huseyîn, sed caran heyf!!!Dibe ku mirov carna di axaftinên xwe de germ bibe, dibe mirov weke sêlek sor bisincire jî, lê nabe li ser wê sêlê mirov hêjayên xwe bipêje, nabe mirov li ser wê sêlê rûmeta gelê xwe (pêşmerge) bişewitîne.Heyf Huseyîn, sed caran heyf!!!Gelo tu dizanî wê rojekê ji rojan dîrok di guhên te de bêje: „Xwezî te ev gotinên bê serûber negotiban û te ji bo hinek berjewendiyên teng şervanên gelê xwe ewqas piçûk nekiriban“.Heyf…heyf

 

akif_hasan_850594455 
Akif HASAN

Nerîna min :