Cîhan

Heyeteke Îngilistanê gihişte Hewlêrê

 

Wezîrê dewletê bo karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqyayê yê hikûmeta Brîtaniyayê Alîster Bert, duhî bi serokatiya şandeyekê bi serdaneke fermî gihişte herêma Kurdistanê û li firokexaneya Hewlêrê ji aliyê Kerîm Şingalî wezîrê navxwe û Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê ve hat pêşwazî kirin.

Şandeya brîtanî digel wezîrê navxwe, berprisê têkeliyên derve û berpirsa firokexaneya Hewlêrê geryanek di nav firokexaneyê de kir û haydarî rewşa karûbar û geştên asîmaniyên firokexanyê bûn, dîzaynê firokexaneya Hewlêrê ji aliyê kompaniyeke Birîtaniyayê ve hatiye çêkirin.

Şandeya Brîtan, di berdewamiya serdana xwe ya bo Kurdistanê,  dê digel serokê Kurdistanê û berprisên hikûmeta herêma Kurdistanê bicivin.

 

Back to top button