Cîhan

Hewldana tunekirina netewa kurd li ber cavên me tên kirin

Daxuyaniya Yekitiya Ciwanên Liberal li Swed di derbarê Suriye û rewşa Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyek ji bo raya giştî ya cîhanî belav kir.

Yeketîya Ciwanên Lîberal li Swêd; ”Zûtirîn wext, piştî ku Civata Navdewletî, CN biryar bide kû cekdarên parastinê bişînen Sûrî, Swêd mejbûre xwe amade bike kû leşkerê xwe texî xismeta CN.”

Beyana kongreya yeketiya Ciwanen Liberal ye Swed,

Öckerö 11-08-2013

Kocberên kurd ku di wan rojan de xwe gihandine parastine bahsa kirîyarên ne mirovi ku ji alîyên hevrêyên El-Qaida hatinin kirin di bajar u navceyên Tal-Aran û Tal Abyad li bakurê Sûri. Gava ku ew bajar ketine deste wan jîhadên Islami, di aparloran bang hatine kirin ku kujtin, tejawiskirin u mal jidest stendina kurda helale. Bi riya internete’de gelek weneyên ne mirovi hatine weşandin. Di nav wan weneyan, tê ditin jihadî cawa nava jinikek ducani bi kêrê diqelijînin, da ku zaroka ku di nava wê deye`jî bukijin. Ew kesên kû nikaribûn ji wan bajaran birevin lêpirsîn li ser raya wan ya sîyasî hatiye kirin û piştre bi awayekî nemirovi hatine kujtin. Li gor agahîyên kû hatine destê me bêhtirî 500 kes hatine revandin. Xetên telefonî bi wan bajaran hatîye qut kirin. Ji ber vê jî hejmara kujtîyan bi temamî ne dîyare.
 
Ew kirîyarên kû îro li bakûrê Sûrî tên kirin, lazime bi navê xwe yê rast bê bi nav kirin; Hewldana tunekirina netewa kurd li ber cavên me tên kirin.

Komên kurdî di welatên cîran wek Iran û Iraq, xwe amade kirine kû bo piştgirtîya kurdên rojava tevlî vê şerî bibin. Bi vê zanistîyê, tirs eve kû şerê herî xwînî ya di demên îroyî´de, girtir bibe û behtir kirîyarên nemirovî bên kirin û behtir xwîn birji. Heger welatên cîran´jî tekevin vî şerî we li rojhilata navîn, kû ji berê stabilîzekirinek neênî heye, rewş girantir bibe.

Yeketîya Ciwanên Lîberal yê Swêd ji ber wisa ji Swêd duxaze kû zûtirîn wext, piştî ku Civata Navdewletî, CN biryar bide kû cekdarên parastinê bişînen Sûrî, Swêd mejbûre xwe amade bike kû leşkerê xwe texî xismeta YM.”

Welatên Cîhanê lazime ji opozisyona Sûrî buxaze kû ew kurdan îkna bikin kû kurd`jî têkevin nav opozisyonê, da kû piştî ketina regîma Assad li Sûrî, pevajoya stabîlesikirina Sûrî bo welatekî aram bi serkeftin bi rêve bice. 

Bo lînka beyanê bi swêdî: http://www.luf.se/press/avdelning/forstasidan/uttalande-vid-liberala-ungdomsfoerbundets-kongress-pa-oeckeroe-2013/

Linda Nordlund (Inglîzî û Swêdî)            Sukrî Demir (Bo tekilîyên bi kurdî)
Seroka Giştî ya YCL-S                          Endamê YCK-S
[email protected]                          [email protected] 

Bawar Îsmaîl (Inglîzî û Swêdî)
Berdevkê YCL-S di pirsên dervî welat û ye perwerde.
[email protected]
 

Back to top button