Polîtîk

Hewldan deng nade kesekî

Di 10ê tebaxa 2014an de, dê tûra yekê ya hilbijartina Serokkomariya Tirkiyeyê çêbibe û Selahattin Demirtaş, Recep Tayyip Erdoğan û Ekmeleddin İhsanoğlu namzedên hilbijartinê nin.

Di vê hilbijartinê de cara yekê ye ku yekser bi “dengên xelkê” dê serokkomar bê hilbijartin. Qanûna Esasî ya Tirkiyeyê, qanûnên di derbarê hilbijartin û damezrandina partiyan de, li ser esasê  şoweniyê, li ser esasê red û înkarkirina miletê kurd hatine hûnandin. Jiber vê yekê jî miletê kurd nikare bi nasnameya xwe ya neteweyî beşdarî hilbijartinê bibe.

Pirsgirika kurd û Kurdistanê, pirsgirêkeke neteweyî ye. Ji ber wê jî divê li ser esasê self determînasyonê bê çareserkirin. Pirsên neteweyan weke ku li gelek welatên cîhanê jî hatiyê rojevê, ne pirsgirêkeke ku bi rêya hilbijartinan bê çareserkirin e. Divê hebûna du miletan bê qebûlkirin û li gora wê rêyên çareseriyê li ser esasê bernameyekê pêk werin. Ji ber wê jî ew siyasetên  ku dixwazin  çareseriya pirsa kurd û Kurdistanê bi rêya “piraniya dengên” di hilbijartinan de pêk bîne, di esasê xwe de, rêya ‘’neçareseriyê’’ didin  ber miletê kurd.

Ev rastiya ku em behsa wê dikin, nayê wê maneyê ku tu guhertinên li Tirkiyeyê rû didin me eleqedar nake. Heta wê dema ku miletê kurd dewleta xwe ava bike û li gora wê îdareya xwe bi rê ve bibe, ew guhertinên ku li Tirkiyeyê, di derbarê îdarî, siyasî, aborî û qanûnaesasiyê de pêk bên, helbet dê ji me re jî giring bin û ew ê me eleqedar bikin.

Her guhertinek, her gaveke ku tesîra wê ya erênî an jî neyênî li ser demokrasî, edalet, azadî û wekhevîyê hebe, helbete 25 milyon kurdên ku li bakurê Kurdistanê û li Tirkiyeyê dijîn jî eleqedar dike. Ji ber vê yeke jî, em rola hilbijartin û guhertinên di sîstema siyasî ya Tirkiyeyê de pêk bên ‘’ji bînî de’’ red nakin.

Em nabêjin ku hilbijartina serokkomariya Tirkiyeyê ‘’me eleqedar nake’’. Bi rastî jî Serokkomarekî ku karibe rêya azadî, demokrasî, çareserî û pêşerojeke adil bihûne û xurt bike hebe, em ê dengê xwe bidinê. Serokkomarekî karibe van daxwazên ku em ê li jêr rêz bikin  ku ew daxwazên miletê kurd û gelên li Tirkiyeyê ne, biparêze û pêk bîne hebe, helbet em ê dengên  xwe bidinê.

-Divê pirsgirêka kurd û Kurdistanê bi rêyên siyasî, demokratik û aştîyane bê çareserkirin û divê ev rê û rêbaz him di Qanûna Esasî ya Tirkiyeyê de û him jî di qanûnên din de bên bicîhkirin.

-Divê miletê kurd li welatê xwe statuyekê bidestî bixe.

-Divê mafên neteweyî yên  miletê kurd bên qebûlkirin û di Qanûna Esasî de bên bicîhkirin.

-Divê miletê kurd karibe bi nasnameya xwe ya neteweyî beşdarî hilbijartinan bibe.

-Divê hebûna miletê kurd bê qebûlkirin. Perwerdeya bi zimanê kurdî divê ji aliyê dewletê ve  bê pêkanîn. Hemû astengên li ber azadiya ramanî, xwebirêxistinkirin û ya li hemberî bawermendiyê divê bê rakirin. Ev xalên navborî divê di Qanûna Esasî de bên bicîh kirin.

-Li Tirkiyeyê û li Kurdistanê ji bo şerdên demokratik, adîl û azad bên serrastkirin, divê hemû  peymanên navneteweyî ji aliyê dewletê ve bên pêkanîn.

-Bi dehsalan e ku li Kurdistanê ji ber siyaset û kiryarên Dewleta Tirk, texrîbatên pir mezin di warê aborî, siyasî, ekolojik, eskerî û çandî de pêk hatinê. Divê bernemeyeke piralî ku karibe van texrîbatana û encamên wan ji holê rakin bê pêkanîn.

– Divê hemû projeyên ku li Kurdistanê bingehên leşkerî xurt û nuh bikin bên rawestandin û bi hesasiyeteke psikolojik, bi empatiyeke ji dil divê bê tevgerandin.

-Divê Şerdên Xweseriya Îdareyên Herêmî ya Yekitiya Ewrûpayê bi hemû xalên xwe ve bê pêkanîn.

-Divê ev daxwazên ku me anîne zimên, bêşerd û bêqeyd him di Qanûna Esasî de û him jî di qanûnên din de bên bicîhkirin.

Gava ku em bi awayekî ‘’bêalî’’  li hersê namzedên Serokkomariyê dinerin, em dibînin ku yekî jî ji wan di gotin û kiryar û bernameyên xwe de,  ev daxwazên miletê kurd û yên gelen Tirkiyeyê pêk neanîne.

Ekmeleddin İhsanoğlu, ji aliyê dor û berên şowen, faşist û nîjadperestên wek CHP, MHP û hinekên dinê ve namzed  hatiye nişandan. Ekmeleddin İhsanoğlu, di gotina xwe ya pêşî de bêhurmetiyeke mezin li zimanê kurdî kir. Eşkere ye ku miletê kurd wî jî û wan  dor û berên ku li pişta wî ne jî baş nas dike û dê rayên xwe nedin  Ekmeleddin İhsanoğlu.

Namzedê  AKPyê Recep Tayyip Erdoğan, di derbarê azadiya zimanê kurdî û di derbarê perwerdeya taybet ya bi zimanê kurdî de hinek gavên erênî avêtiye. Bi TRT6ê û bi hin guhertinên îdarî û siyasî yên di derbarê demokratîzekirina Tirkiyeyê de hin gavên piçûk bin jî avêtine. Di lawazkirina desthilatdariya leşkeran de jî hin gav ji aliyê Erdogan û AKPyê ve hatine avêtin.Ev gavên erênî giş ji ber mecbûriyeta mewzûata Yekitiya Ewrûpayê  pêk hatibûn.Di derbarê têkiliyên Başûrê Kurdistanê de jî, jiber berjewendiyên dewleta xwe, Erdogan hin gavên erênî avêtîye.

Lê eşkere ye ku bi taybetî jî piştî sala 2007an, Erdogan rola sereke di derbarê rêlibergirtina guhertin û demokratîzekirinê lîstiye. Erdogan  bi siyaset û aqiliyeta xwe ya ‘’yek milet, yek dewlet, yek al’’ê ve, bi kiryar û fikrên xwe yên ‘’misilmantiya sunne’’ ve îspat kiriye ku dewletê ji nuh de organîze dike.

Erdogan bi îtifaqa li gel MİTê û Serokerkaniya Tirkiyeyê re, pirsa bi hezaran kuştiyên ku bi navê “qesas nediyar”  têne zanîn, bincil kiriye. Erdogan ji bo ‘’berjewendiyên bilind yên dewleta xwe”, dest neavêtiye vê dosyaya ‘’qesas nediyaran’’ .
Erdogan di qetlîma Roboskîyê de bi awayekî eşkere piştgiriya faîlên vê qetlîamê kiriye. Serokerkanê Tirkiyeyê û Erdogan şirîkên vê qetlîamê nin. Roboskî nişana wê yekê ye ku Erdogan dê di rojên pêş de jî ji bo ‘’berjewendiyên dewleta xwe’’ dikare qetlîamên mezintir pêk bîne û veşêre.

Erdogan li gor siyaset û viyana xwe ya dîktatoriyetiyê ya ‘’yek milet, yek dewlet, yek al’’ê, ya neo-osmanlicîtiyê û bi fikrên ku bi Tirkîyetiyeke  Sunne Îslamiyetê ve hûnandî dixwaze dewletê ji nû ve organize bike. Ji ber wê jî, Erdoganekî ku di vê aqiliyetê de be, dê nikaribe  azadî, demokrasî, edalet û wekheviyê ji bo miletê kurd û gelen Tirkiyeyê bîne.
Em dibêjin ku jiber van sedemana divê em dengê xwe nedine  Erdoganî

Selahattin Demirtaş weke namzede  HDPyê hate nişandan. HDP wek projeyeke ‘’Tirkiyeyîkirina’’ kurdan  hat damezrandin. HDP xwe wek partiya ‘’Tirkiyeyê’’ bi nav dike. HDP bi gotin û bername û kiryarên xwe ve dixwaze xebata miletê kurd ya ji 200 salî û heta îro ku li ser bingeha xeta neteweyî dimeşe tasfiye bike û di  nava ‘’Tirkîyeyîbûnê’’ de bihelîne.

HDP dibêje ‘’Cumhuriyeteke Demokratîk, Welatekî Hevpar, Xweseriya Demokratîk’’. Ango HDP dibêje ku Kurdistan tune ye; dibêje ku dewletbûna miletê kurd ne rast e. Dibêje ku ‘’Tirkiye welatê me hemûyan e’’. HDP mefê neteweyî yên miletê kurd, mafê dewletbûna miletê kurd di bernameya xwe de bicîh nekiriye.
Baş e, namzede  partiyeke weha çawa dikare  li ser navê kurdan derkeve û  bibêje ‘’ez nûnerê kurdan im”? Mafê HDPyê tune ye ku li ser navê kurdan namzedekî derxîne. Namzedekî ku raya tu kes û dor û berên kurd û kurdistaniyan ji bo Serokkomariyê nesitendibe, ew nikare bibe namzedê miletê kurd.

Selahattin Demirtaş ji xeynî HDPyê û dor û bera xwe ji bo namzediyê raya tu kesî nesitendiye. Ji tu partî, rêxistin û hêzên siyasî yên kurd û kurdistanî nepirsiye. Ji tu rêxistinên sivîl, yên meslekî, yên demokratik nepirsiye. Ji tu eşîran, alimên olî, rewşenbîr, akademisyen, gênc, jin, karker, gundî, esnaf, karsazan nepirsiye. Ji  tu kêmneteweyan nepirsiye. Selahattin Demirtaş bi ‘’bêminnetî’’, bêyî ku raya tu kesî bistîne namzediya xwe îlan kiriye. Em dibêjin,  ew kesê ku rêzê li raya miletê xwe nagire û xwe li ser milet ‘’ferz’’ dike, nikare bibe nûnerê miletê kurd. Ji ber vê yekê jî, miletê kurd ji Selahattin Demirtaş re divê bibêje  ‘’madem ku tu qîmet û girîngiya îrade û fikrên me li cem te û partiya we tune ye, madem ku hûn mafên  me yên rewa naparêzin, em jî te wek nûnerê xwe qebûl nakin. Em dengê xwe nadin te’’

Em li gel wê yeke bûn ku hemû kurd û kurdistanî bikaribin  bi hemahengî û bi yekgirtineke neteweyî namzedekî hevpar derxînin. Lê mixabin him jiber astengiyên qanûnî, him jî jiber siyaseten xelet  ev yeka pêk nehat.Em  dibêjin ku divê miletê kurd ji vê helwest û siyaseta xelet  re bibêje ‘’na’’. Divê miletê kurd ji Selahattin Demirtaş û partiya wî re bibêje ‘’ew ên ku mafê dewletbûn û xwedî statubûyina  miletê kurd neparêzin, ew ên ku keda birêxistinbûnê ya milêtê kurd di nava Tirkîyeyîbûnê de bihelînin, ew ên ku tu derdê wan yê yekitiya neteweyî tune bin,  em jî wek nûnerê xwe qebûl nakin, em dengê xwe nadinê’’

Belê, di vê hilbijartina Serokkomariya Tirkiyeyê de tu namzedekî ku azadiyê, mafên miletê kurd, wekhevî û demokrasiyê diparêze tune ye. Miletê kurd bi îrade û yekitiya xwe ya neteweyî , bi awayekî azad nikarîbû namzedê xwe derbixîne. Ji ber vê jî em dibejin , divê em  dengê  xwe nedin tu namzedan. 02.08.2014.

Meclîsa Hewldana Partiyeke Kurdistanî

Back to top button