Bi hezaran tirk di nav DAÎŞ de ne
Berpirsên Tirkiyeyê didin xuyakirin ku, zêdetir ji hezar hevwelatiyên tirkî di nav rêzên çekdarên DAÎŞ de ne û li eniya şer in.
Rojnameya Huriyet a tirkî di raporeke xwe de behsa hebûna hevwelatiyên tirkî di nav rêzên DAÎŞ de dike û dide xuyakirin ku, hijmara hevwelatiyên tirk di nav rêzên çekdarên DAÎŞ de di navbera 1200 heta 1500 kes dib eû ev yek jî 10% hêzên DAÎŞ pêk tîne.
Rojnameya navborî berprisên Tirkiyeyê rexne dike dinivîse: ”Dema behsa hebûna bi hezaran hevwelatiyên tirk di nav rêzên DAÎŞ de tê kirin, divê em ji xwe bipirs in; Gelo kê ev hevwelatî bo navrêzên DAÎŞ hinartin? Kî piştevanira wana êkonomî dike? Bi çi rê wan xwe gihandiye nav DAÎŞ? Eger hêzên hikûmetê çavdêriya grûpên terorîstan dikin çawa hêzên hikûmetê nikarî rê li pêşiya hezaran hevwelatiyên tirk bigire?
Li gor rojnameyê berprisên Tirkiyeyê hertim tekîdê li ser wê yekê dikin ku, kontrolkirina 900 km tixûbê hevbeş digel Suriyeyê zehmet û dijwar e.