Cîhan

Hevsoziyeke min a mezin ji Kurdistanê re heye

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guetters li ser pirsa Rûdawê ragihand: “Hevsoziyeke min a mezin ji Kurdistanê re heye. Lê niha ez daxwaz dikin ku diyalogê pêk bînin.”Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guetters ji Rûdawê re diyar kir: “Hêvîdar im Hewlêr û Bexda bi rêya diyalogê pirgirêkên xwe çareser bikin. Iraq di qonaxeke gelek hestiyar de ye.”Antonio Guetters herwiha aşkere kir: “Pêşniyara me ji Hewlêr û Bexdayê re ew e ku bigihin rêkevtinek. Hêvîdar im Hewlêr û Bexda bi diyalogê pirsgirêkên xwe çareser bikin.”Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî anî ziman: “Hevsoziyeke min a mezin ji Kurdistanê re heye. Lê niha ez daxwaz dikin ku diyalogê pêk bînin.”Pirsa Rûdawê: Birêz Sekreterê Giştî, ez ji Tora Medyayî ya Rûdawê Mecîd Niyazmedîn Gilî, pirsa min li ser Kurdan e. Ew neteweya ku di bin dagirkerî, tepeserkirin û komkujiyê de jiyane. Ev jî ji dema ku hêzên kolonyalîst bi Iraqê ve zeliqand ve ye. Niha di dîroka nû de cara yekem, di roja 25ê Îlonê de Kurd dixwazin mafê çarenûsa xwe bixin pratîkê. Rojên derbasbûyî, hin siyasetmedarên Bexdayê weke Sedam Husên, gefa derxistina şerekî xwînavî û operasyona leşkerî li Kurdan xwarin. Ev jî weke bersivdaneke ji bo giştpirsiyê bû. Pirsa min ew e ku ‘Gelo li gor we Kurd jî weke hemû neteweyên din mafê wan ê diyarkirina çarenûsa xwe heye, ew mafê ku di mîsaqê Neteweyên Yekbûyî de hatiye nasîn?’Antonio Guetters: Ez li gel piraniya wan şiroveyan nînim ku li ser pênaseya rewşê tê behs kirin. Lê ji min re derfet bidin li ser tiştekî zelal bim. Iraq di demeke hestiyar de ye di dîrokê de. Iraq bûye qurbaniyê êrişeke dramatîk a ji aliyê DAIŞê ve ku herêmeke berfireh ji xaka wê kontrol kiriye. Iraq hêdî hêdî herêmên xwe kontrol dike û hêj hemû xaka xwe kontrol nekiriye. Di heman demê de ji ber nebûna pêvajoyê ya pêkhatina niştimanî bo pêkhateyên ciyawaz ên li nav Iraqê nîgeran in û bal dikşînin ser pêwîstiya wê. Di vê demê de pêşniyara me hebûna diyalogeke baş e. Ev jî di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser siberojeke nêzîk bigihîjin jihevfêmkirinê.Hêvîdar im ku biryara yekalî ya ji vî alî yan ji aliyê din ve, nebe astengî û nebe bandor li ser wê baweriya ku min heye, ku di van deman de li Iraqê gelek hestiyar in û divê her çi qas kar pêwîst be jî, em bi giştî ji bo sûd û berjewendiya xelkê Iraqê bikin, ji wan xelkê Kurd ku min hevsoziyeke mezin ji bo wan heye, min çendîn car serdana Kurdistanê kiriye û pêwendiya min li gel çendîn berpirsên Kurd heye. Ez li nîgeraniya wan têdigihîjim. Lê niha daxwaza min ew e ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de diyalog hebe ji bo baweriya wê yekê ku em dikarin rewşê aram bikin ku hêj gelek hesas e.

Back to top button