Polîtîk

Hevpeyvîna Serok Barzanî li gel TRT6

•Berî her tiştî ez bi navê TRT 6 gelek spas dikim ji bo me ev hevpeyvîn rûmeteke mezin û dilxweşiyek mezine, hun bi xêr hatine Tirkiye û TRT6 û studyoya me.

Serokê Herêma Kurdistanê: Keremdarbî zor memnûn.

• Ezbenî hûn piştî 6 salan hatine Tirkiye û we bi birêz Ahmet Davutoglu û Serok Wezîr Erdogan hevdîtinek pêkanî. Gelo hevdîtinên we çawa derbas bûn?
Serokê Herêma Kurdistanê: Bi xwedê hevdîtinên me pir baş bûn, me behsa hemû babetan kirin, hevdû têgihiştineke baş hebû li navbera me, ew sariya ku berî niha dirûst bûbû nema. Ji îro pê da dê pêwendiyên me bibin pêwendiyên dostane û birayane û em hêvîdarin ku xêra hemû milletan, hem milletê Kurd û hem milletê Tirkiye û Iraq bi giştî ku xêra hemû aliyek têda hebe.

• Di gel serdana we, pêwendiyên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de rewş çawaye û pêwendiyên we bi çi aliyek ve dimeşin.

Serokê Herêma Kurdistanê: Ev serdana min dê pêwendiyan bibe qonaxeke din, qonaxeke nû û ew qonax jî qonaxa hevdû têgihiştin û alîkarî û hevkarî û piştevaniya hevdû dibe.

• Ji bo ku di navbera Tirkiye û gelê Herêma Kurdistanê da ji bo dostanî  çi pêwîste?

Serokê Herêma Kurdistanê: Bi tenê pêkve rûniştin û hevdû têgihiştin pêwîste, ji ber ku em hevalê hevin û em birayê hevin em cîranên hevin û berjewendiyên me hemû pêkve ne, divê em pêkve bi birayane bijîn, ne ku bi nexweşî û tûndutîjiyê.

• Gelo pêwendiyên we yên aborî li navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de çawane?

Serokê Herêma Kurdistanê: Aboriya me pir başe û zêdetirîn kompanyayên li Herêma Kurdistanê kar dikin, kompanyayên Tirkî ne.

• Di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de mijara terorê pirsgirêkeke mezine û ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê hûn çi hizir dikin?

Serokê Herêma Kurdistanê: Ez wiha dibînim ku ew proseya cenabê Serok Wezîr û Partiya wan destpêkiriye, û ew siyaseta vekirinê ew baştirîn rêye ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê û ev mesele bi şer çareser nabe û divê bi awayeke aştî û demokratîk çareser bibe. Ew proseya ku cenabê Serok Wezîr destpêkiriye, em piştgiriya wê proseyê dikîn û hêviya min ewe ku gelê Kurd jî piştgiriya vê proseyê bike.

• Li vê çarçoweyê de we li Enqerê li gel Ahmet Turk û Selahhatin Demirtaş jî hevdîtinek pêkanî. Gelo hûn li ser mijarê li gel wan axaftin?

Serokê Herêma Kurdistanê: Belê em axaftin û min ji wan re jî got ku raya min eve ye ku hûn piştgiriyê li proseya cenabê Erdogan bikin, her çende mumkîne astengî gelekin û pengav wekî ku pêwîst nehatine avêtin, lê ev prose proseyeke girînge ji bo gelê Kurd û divê hûn piştgiriya vê proseyê bikin. Ew zêdetir li berjewendiya gelê Kurd daye ku hûn piştgiriyê lê bikin.

• Hûn vê pêvajoya pêşvebirina vekirina demokratîk li Tirkiyê çawa dibînin?
 
Serokê Herêma Kurdistanê: Bi xwedê li gor min pêngavên baş hatine avêtin lê belê astengî jî gelekin.

• Hûn TRT6 çawa dibînin?

Serokê Herêma Kurdistanê: Eve jî pengaveke gelek girînge, li Tirkiye televizyonek bi zimanê Kurdî bête vekirin û weşanê bike û Kurdî biaxivin, eve bi xwe li Tirkiye pengaveke mezine.

• Hûn bernameyên wî çawa dibînin?

Serokê Herêma Kurdistanê: Bernameyên wê jî başin, ez gelek caran temaşe dikim.

• Ji Herêma we gelek telefonî bernameyên me dikin û tevlî bernameyên me dibin, gelo hûn herî zêde kijan bernameya me temaşe dikin?

Serokê Herêma Kurdistanê: Bi xwedê min gelek dem tûne, ez temaşa televizyonan bikim. Lê belê gelek caran min temaşa televizyona TRT6 kiriye û bernameyên wê jî gelek xweşin.

• Di dema ku li bernameya Keskesor de di derbarê jiyana bavê we yê birêz Mistefa Barzanî de bernameyek hate belavkirin, we çi hest kir?

Serokê Herêma Kurdistanê: Min wê bernameyê dît û birastî bernameyek baş bû û em destxweşiyê li wan dikîn ku ewên wê bernameyê amade kirine. Birastî jî bernameyeke gelek taybet bû.

Back to top button