Ceylan, Diren, Erdoğan…
Ahmet Altan
Gotineke Latîniyan heye û ez gelek jê hez dikim. “Zehri yapan dozdur,” Ew dibêjin, „Ya jehrî çêdike, pîvan e!” Eger mirov pîvanê baş çêneke, her tişt dikare bibe jehir.
Tirkiye di vê bûyera dawî ya Gemiya Mawî Marmara de li gel jidestdana jiyana neh mirovên me jî bibe, siyaseta Îsraîlê paş ve xist. Bala hemî cîhan kişand ser dorpêçkirina Gazzeyê û di dawiyê de Amerîka jî mecbûr ma û jê re got bila dawî li vê dorpêçkirinê bide.
Dîplomasiya Erdogan û hikûmeta wî ya serkeftî ev encam da der.
Pirsgirêka revê ya serokwezîrê me tune ye, gava bibîne ku pêşî li ber wê vekiriye, heta dikare direve, lê pirsgirêka wî ya „sekanê” heye, her dem nikare biryarê bide da ku ew li kû derê bisekine.
Di serkeftina xwe ya bûyerên cîhanê de bi ba dibe, lê pirsgirêkên welatê xwe de jibîr dike.
Tirkiye dorpêçkirina Gazzeyê şermezar kir û li mirovên jankêş yên wê derê xwedî jî derket, lê li wênesekinî.
Evcar rabû ji vê yekê re „m^tefîkiya” Hamasê jî pê ve kir, li Hamasê jî xwedî derket.
Hinekan jî PKK û Hamas kiyas kirin û Erdogan ji wan re jî pir bi hêrs bû.
Wî got, Hamas partiyek e ku hilbijardinan bi destxistiye.
Wisa dihê fêmkirin ku pirsgirêka wî ya bi „partiyên hilbijardî” re tune ye.
Wêçaxê ma ji serokerzîr pirsiyar nakin ku „ev BDP ya ku di şûna DTP ya hilbijardî hatiye damezrandin, ma ne ew partî ye ku mebûsên wî yên meclîsê hene, şarevaniyan bi dest xistine?”
Ma çima tu ji Hamasê re nabêjî, „Eger tu kiryarên terorî şermazar nekî ez bi te re rûnanim?” û çima gava BDP dibe mijar, tu ji wê re dibêjî „tu berê terorê şermezar bike.”
Hamas jî, BDP jî du partiyên siyasî ne, çima helwesta we ya di derbarê partiyek „ji derve” û „ji hundir” ne mîna hev e?
Mae v cûdahî ne cot-standard e?
Mae v yek xîlafî nade pêbawerbûna we?
Yanê helwesta we ya li gel partiyên dînî cûda û partiyê Kurdî cûda ye?
Li derve hûn wek azadîxwez, bi tolerans û „destekvanek” berxwedanê dihên xûyakirin û li „hundir” jî çima ev toleransa we namîne?
Yek jî, ew çi gotin e ku hûn dibêjin çarenûsa Îstenbolê girêdayî Kudûsê ye, ma ev yek dihê çi wateyê?
Ma Tirkiye ji bajarên derve jî berpirsiyar e?
Ma ne gelek xerîb e, ku welatekî pirsgirêkên bajarên xwe çareser nekiribe û dest avêtibe pirsgirêkên bajarên derve?
Ma gelo çima ev Kudûs jibo me ew qas girîng e, nebe ku jiber „pîroziya” xwe be?
Baş e, wê çaxê çarenûsa Mekke û Medîne jî gelo wê girêdayî Stenbolê be yan?
Eger Tirkiye û serokwezîrê Tirkiyê di derbarê trajediyên însanî de hesas bin, ma ne diviyabû ku heman hesasiyeta han bûyerên li Darfûrê hatine jiyandin, tiştên ku hatine ser Tamîliyan jî destnîşan kiriba? Rast e, lidijderketina dorpêçkirina ser Gazzeyê tevgereke baş bû, di cîhê xwe de bû, lê gava hûn vê hesasiyetê ji Gazze berev Kudûs û Hamasê bilivînin, gelek îhtiyadî ye ku hûn dê bi pirsgirêkên mezin re rûberû bin û her wiha hûndê nekaribin di nav daîreya mantikî de bersivê bidinê.
Her kes dikare helwesta we ya li gel rakirina dorpêça ser Gazzê li we rêz bigre, lê hûn jî divê baş bizanibin ku heta hûn pirsgirêka Kurd çarser nekin û di ser de jî dest bavêjin meseleya Filîstînê, dikarin ji wer e wisa bêjin: „Tu berê dermanê derdên welatiyên xwe bibîne.”
Lê ya herî ez behîtandim ev e, ku hesasiyeta serokwezîr ya di derbarê zarokan de, gava dihête „hundir” gelek kêm dibe, çima gelo?
Ew zaroka biçûk Ceylan di mezrayekê de bi bombeyeke leşkerî hat qetilkirin û serokwezîr têlefûnek nekir û ji malbata wê zarokê xatir nepirsî û sersaxî neda.
Birêz serokwezîr, em dizanin hûn di derbarê êş û janên zarokên Filîstîn de gelek hesas in, lê gelo hûn vê heman hesasiyetê jibo zarokên Kurd jî hîs nekin, gelo ev hesasiyet nabe malzemeyeke „polîtîk?”
We çima êşa malbata Ceylanê parve nekir?
Nebe ku ew Kurd in, jiber vê be?
Yan jiber ku ew zarok ji layê bombeya artêşa Tirk hate qetilkirin, jiber we?
Yan jiber ku ew ne Filîstînî bû?
Berê rojekê zarokê Kurd Dîren di nav bajar de ji layê panzêreke bi sûret hate pelixandin.
We gelo li malbata wî jî geriyan yan na?
We sersaxiyek dan wan?
We gelo talîmatek da, ku bila jiber ku zarokên din nehêtin kuştin, bila panzêrên polêsên Tirk di nav kolanan de wisa bê perwa neçin û qîmetê bidin jiyana zarokên Kurd?
Gelo mirina bi dehan zarokên Kurd yên wek Ceylan, Dîren dilê we de jan û êşekê çê dike yan na?
Hemin hesasbûna ya li gel êş û jan^nen mirovên mexdûr û lêgerîna çareyan ya jibo wan, helwest û tevgereke rêzdariyê ye, lê bes bi şertekî…
Bêyî ku dîn, cins û nejadê mirovan binhêrin, li hemi mirovan bi heman hesayiyetê ve nêzik bin.
Eger dilê jibo zarokên Kurd neşewite û bes jibo zarokên Filîstin bişewite, ew hesasiyeta we vala dibe û diguhere polîtîkayeke sivik.
Hemin hûn dê heq, maf, hiqûq, mirovên jankêş biparêzin, lê ne bes di Rojhilata Navîn de, li Tirkiyê jî van nirxan biparêzin.
Biparêzin ku bila zarokên Kurd jî qasî zarokên Filîstin bi we bawer bikin…
[email protected] Ev e-mail ji ber spambots hatîye parastin, ji bo dîtina vê gerek JavaScript vekirî be
Jêder: Taraf
( KNN/Zagros Baran)