Cîhan
Hevpeymaniya Navdewletî wê berdewam piştevaniyê li HSD bike
General Bat White Fermandeyê Giştî yê Hevpeymaniya Navdewletiya li dijî Da’îş ragihand, di derbarê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê de guhertin li ser planên Amerîka nehatine, dîsa wê Hevpeymaniya Navdewletî berdewam piştevaniya Hêzên Sûriye Demokrat ya di şerê dijî rêxistina Da’îşê da bike.
Di kongreyekê rojnamevaniyê da General Bat White diyar kir ku Amerîka li ser alîkarîkirina hêzên taybet yên ser bi HSD ya ji bo parastina wargeh û girtîxaneyên çekdarên rêxistina Da’îş têda hatine zîndankirin berdewam dibe.
Fermandeyê Operasyonên Hevpeymaniya Navdewletî dupat kir ku hêzên Amerîka li deverên Bakûr û Rojhilatê Suriyê mane. Pêşbînî nayê kirin li demekê nêzîk de vekêşin û hemû cureyên alîkarî û piştevaniyê wê ji bo hêzên HSD berdewam bikin.