Bandora Tirkiye ya vekirî liser hin aliyên Opozisyonê heye
Endamê Desteya Bilind ê Danûstandinan Opozisyona Sûriyê Hewas Egîd daxûyakirin ku rewşa Sûriye, çareseriya rewşa Sûriye ne tenê di destê Sûriyeyiyan de ye.
Opozisyona Sûriye ji bo destnîşankirina rêveberên xwe, organên xwe dê hilbijartina xwe lidar bixe. Di vê çarçoveyê de nêzîkahiya aliyê Kurd – Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriye (ENKS) liser rewşa Opozisyonê, sekna ENKS, organên Opozisyonê, nêzîkahiya Opozisyonê liser rastiya rojavayê Kurdistanê xwedî giringiyek taybet e.
Endamê desteya bilind a danûstandinan a Opozisyona Sûriyê Hewas Egîd ji K24 re anî ziman:“Di rastiyê de rewşa Sûriye, çareseriya rewşa Sûriye ne tenê di destê Sûriyeyiyan de ye. Rastiyek heye, ku alî hene, dixwazin bandora wan liser erdê hebe – çi liser rejîmê, çi liser Opozisyonê. Herweha biryara Civata Navneteweyî ya liser Krîza Sûriye heye. Biryara 2254 ya Encûmena Asayişa Navdewletî ya liser çareseriya Krîza Sûriye. Herweha biryara 2118, ku biryara Hêzên Navdewletî ne. Nexşerêyek ji bo çareseriya Krîza Sûriye re danîn e.”
Herwisa Egîd destnîşan kir “Tirkiye bandorek xwe ya eşkere liser hin grûbên çekdar û ne-çekdar jî yên dinav Opozisyona Sûriye de heye. Tirkiye ew hêz a ku wan diparêze ye. Tirkiye bi awayek vekirî liser wan xwedî bandor e.”
Ligor Hewas Egîd, ger ENKS dinav Opozisyona Sûriye de nemîn e, ev yek dikare bandorek neyênî li nasnameya Opozisyonê ya nûneratiyê jî bike.