Civak

Hevpeymaniya Navdewletî piştevaniya xwe bo çaksaziyên Wezareta Pêşmerge berdewam dıke

Wezareta Pêşmerge da zanîn, Serfermandarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Serleşker Îsa Uzêr û Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Bextiyar Mihemed Sadiq ligel şandeke leşkerî ya hêzên hevpeymanan bi serokatiya Kolonel Peters civiyan.

Di hevdîtina ku Rêveberê Giştî yê Darayî yê Herêma Kurdistanê Dr. Mihemed Selîm Mazûrî amade bû, pêwendiyên di navbera her du aliyan de hatin gotûbêjkirin, Her wiha behsa pêngavên Wezareta Pêşmerge ya derbarê çaksazkirin û pêkanîna fireqeyan û çendîn mijarên girêdayî çaksaziya Wezareta Pêşmerge kirin.

Berpirsên Wezareta Pêşmerge derbarê her yek ji wan mijaran de şiroveyên pêwîst pêşkêş kirin. Ji aliyê xwe ve, hevpeymanan careke din piştevaniya xwe bo pêngavên Wezareta Pêşmerge di warê çakszî û yekxistina hemû hêzan de dubare kirin.

Back to top button