Cîhan

Arjantin bû şampiyon

 Arjantînê di Kûpaya Cîhanê ya 2022ê ku li Qeterê hat lidarxistin de di fînalê de Fransa bi penaltiyan têk bir û bû şampiyon. Di fînalê de Arjantîn bi Fransa re hat pêşberî hev û Arjantîn li hember Fransayê bi penaltiyan bi ser ket.

Arjantîn a piştî 36 salan bû şampiyona cîhanê, li hember Fransayê 4-2 di penaltiyan de bi ser ket û piştî 36 salan, bû şampiyonê Cîhanê.

Arjantînê di nîv saetên pêşîn de Fransa wêran kir. Arjantînê di 36an da skor hanî 2-0ê û nehişt ku Fransa şûtek jî bihavêje. Di xuleka 23yan de Messi ji penaltiyê perde vekir û di xuleka 36an de Di Maria skor ber bi 2-0ê ve bir.

Fransa neçar bû ku di nîvê yekem de 2 guhertinan bike. Lê belê vê tevgerê encam neguherand û Mbappe bi gola xwe ya penaltiyê ya xuleka 80emîn de hêvî da Fransayê. Mbappe yê ku di xuleka 81ê de careke din derket ser dikê, pêşbaziyê bir dirêjkirinê.

Li Arjantîna ku di pêşbirka ku 2-0 bi pêş ketibû de nikaribû serweriya xwe biparêze, kaptan Messi derket û bû stêrka dikê. Messiyê 35 salî, bi gola di xuleka 108an de Arjantîn 3-2 derxist pêş. Di xuleka 117 de Mbappe ji penaltiyê gol avêt û maç kir 3-3.

Arjantîna ku di salên 1978 û 1986an de ev kûpa bi dest xistibû, li Qeterê dawî li hesreta xwe ya 36 salan hanî. Lionel Messi jî mezintirîn serkeftina windabûna Kûpaya Cîhanê ya kariyera xwe li Qeterê bi dest xist.

Back to top button