Hevpeymaniya Navdewletî: Pêşmerge û hêzên Iraqî Agirbest ragihand

Hevpeymaniya Navdewletî da xûyakirin, Pêşmerge û hêzên Iraqî li ser agirbestê li tevahiya mihweran li hev kirin.Ajansa “Reuters” li ser zarê Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê Ryan Dillon ragihand, îro agibest di navbera hêza Pêşmerge û hêzên Iraqî de hatiye ragihand û hemû mihweran lixwe digire.Heta niha ti daxuyanî ji aliyê hêza Pêşmerge ve derbarê agirbestê û dema wê de derneketiye.Ji roja 16.10.2017an ve milîsên Heşda Şeibî û Pasdarên Îranê bi hevkariya grûpekê ji nava YNK êrîşî birin ser Kerkûk, Xurmatû, Mexmûr û çend deverên din.Ev di demekê de ye, duh Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson di riya telefonê re pêwendi bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re kir û amadehiya welatê xwe ji bo hevkariya Hewlêr û Bexdayê ji bo destpêkirina guftûgoyan nîşan da. 

Nerîna min :