Amerîkayê ragihand, ku fermandeyê pilebilind ê Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis terorîst e.Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert îro di konfranseke rojnamevanî de li Waşingtonê û di bersiva pirsyarekê de li ser rola Ebû Mehdî Muhendis ragihand, ew kes terorîst e û niha ew dikare tenê wê yekê bêje.Ebû Mehdî Muhendis pêştir ji aliyê Amerîkayê ve navê wî ketibû nava lîsta terorê.Heather Nauert herwiha banga destpêkirina diyalogê di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de kir û got: “Em daxwaz ji birêz Ebadî û birêz Barzanî dikin, ku dest bi gotûbêjê bikin û demekê jî bo destpêkirina gotûbêjan diyar bikin.”Ebû Mehdî MuhendisNauert herwiha got: “Eger daxwaz ji me bikin ji bo ku em beşdar bin di hewlên gotûbêjan de, wê gave tekez em dê beşdar bibin, heta niha daxwaz ji me nehatiye kirin ku navbeynkariyê bikin bo gotûbêjan.”Ebû Mehdî Muhendis, Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî ye ku beşdarî di şerê dagîrkirina Kerkûkê de kir û roja hildana ala Iraqê li ser avahiya Encumena Parêzgeha Kerkûkê li vî bajarî bûn.Herwiha Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, ku Hadî Amirî û Ebû Mehdî Muhendis serkêşiya êrişên Heşda Şeibî bo ser hêzên pêşmerge li bakurê rojavayê Mûsilê dikin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: