Cîhan

Katalonya serxwebûna xwe ragihand

Katalonyayê bi awayekê yekalî serxwebûna xwe ji welatê Ispanyayê ragihand.Parlamentoya Herêma Katalonya îro Înê 27ê Cotmeha 2017ê ji bo biryardana li ser ragihandina serxwebûna wê herêmê ji Ispanyayê civiya.Serokê Herêma Katalonya jî beşdarî civînê kir. Piştî gotûbêjê parlamenterên Katalonî bo biryardana derbarê serxwebûnê de ketin dengdana nihênî.Di encama dengdanê de, 70 parlamenteran dengê Erê, 10 parlamenteran dengê Nexêr û 2 parlamenteran jî dengê spî (vala) bi kar anîn.Piştî diyarbûna encama dengdanê, parlamentoya Katalonyayê bi şêweyeke yekalî deng bi serxwebûna Herêma Katalonya ji welatê Ispanyayê da û serxwebûna wê herêmê ragihand.Serokwezîrê Îspanyayê daxuyaniya xwe ya yekem da Piştî ragihandina serxwebûnê, Serokwezîrê Ispanyayê Rajoy bangewaziya “aramiyê” kir.Rajoy li ser hesaba xwe ya Twitterê diyar kir: “Li Katalonyayê serdestiya hiqûqê dê cardin ava bibe.”

Back to top button