
Li daxuyaniyek da Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da’îş eşkere kiriye ku komek pêdiviyên dinên serbazî ji bo hêzên Pêşmerge dabîn kirine.
Daxuyaniya ku li rûpela fermî ya Hevpeymaniya Da’îş li torên civakî yên twitter û facebook belavkirine û têda balkişandine li ser wê yekê ku li çarçêweya hevkariyên rahênan û pirçekkirina Pêşmerge ya ji bo rûbirûbûna Da’îş komek kelupelên din û pêdiviyên serbazî ji bo hêzên Pêşmerge şandine.
Li gor daxuyaniyê ew pêdiviyên serbazî ji 23 palêt cilubergên serbazî û pêdiviyên telbendkirina sengeran bûne.