CivakPolîtîk

Hevkariya navbera hêzên Amerîka û Pêşmerge berdewam dibe

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 24.04.2018 li bajarê Hewlêrê, pêwazî li General Puol Fong fermandarê hêzên Amerîkayê li Îraq û Suriyê, Cîgirê Balyozê Amerîkayê li Îraqê û Konsulê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê û şandeya leşkeriya pê re kir.Şandeya Amerîkayê hevkarî û hevahengiya navbera hêzên Hevpeymanan û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Karûbarên Pêşmerge, Wezareta Navxwe û piştgirî û hevkariya hikûmetê digel hêzên Hevpeymanan  bilind nirxand û got ku hevkariyên Amerîkayê ji bo Herêma Kurdistanê ji bona rê li pêşiya serhildana tunûtûjiyê bê girtin, berdewam dibe. General Fong diyar kir ku karê wan digel Wezareta Karûbarê Pêşmerge bi başî diçe û heta niha bi hev re gelek kar û çalakiyên baş kirine.Şandeya mêvan destxweşî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku di dema borî de karîn bi rêya diyalogê beşek ji pirsgirêkên hilawîstç yên digel Bexdayê çareser bike û hêvî xwest danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê berdewam be û berfirehtir bibe.Nêçîrvan Barzanî sipasiya rola hêzên Hevpeymanan û bi taybetî hêzên Amerîkayê kir ku di cenga dijî DAÎŞê de bi Herêma Kurdistanê re alîkarî kir û berdewamiya pêkeşkirina hevkariyan ji aliyê Amerîkayê ve ji bo Herêma Kurdistanê bi pêwîst zanî û tekîd li ser giringiya hevahengiya navbera pêşmerge û hêzên Îraqê de kir. Serokwezîr sipasiya piştevaniya Amerîkayê ya ji bo afrandina atmosferê destpêkirina diyalogê bi Îraqê re kir û hêvî xwest ew diyalog berfirehtir û cidîtir bibe.Rewşa herêmî bi giştî û hilbijartinên parlamentoya Îraqê mijarên din yên civînê bûn.

Back to top button