Polîtîk

Di platformek Kurdistanî de cihê HUDA PARê çiye…

Li Tirkiye ji bo hilbijartinên serokkomarî û parlementoya vî welatî , aliyên siyasî dinava keftûleptekî de ne. Hinek partiyan bê ku tifakek hebê berendamên xwe yên serokkomariya dan diyarkirin. AKPê li gel MHPê tifaka xwe pêkaniye, lê hêja partiyên din tifakek ber bi çav pêkneanîne.Kurdan jî di nava xwe de tu tifak çênekirine. Lê hewldanek heye ku dê tifakekî pêkbînin. Kêmasî dixwazin platformek ya Kurdistanî ji bo hilbijartina ava bikin. Kî çewe di vê platformê de cih digre hêja ne kifşe. Dixweyê prensîbên netewî bibe bingeh HDP cih nagre û xwe behtir nêzikî aliyên Tirk dike. Lê aliyên Tirk jî naxwazin li gel HDPê hevkariyek eşkere bikin. Ji ber ku ji bilî hinek çepên marjînal aliyên din yên Tirka ji tirsa dengdarên xwe ji HDPê dûr dikevin.Pirsa HUDA PARÊ jî heye. HUDA PAR dikare di hilbijartina de amade bibe. Gelo Helwesta aliyên kurd yan jî platforma Kurdistanî di derbarê HUDA PARê de çîye?  Heta niha ev babet ne zelale. Îro li Bakurê Kurdistanê piştî HDPê dengê herî bilind HADA PAR destve tîne.Gerek HUDA PAr cihê xwe di nava hevkariyek Kurd û Kurdistanî de bi de dîyarkirin û di vê derbarê de dîtina bi zelalî bighîne Raya Giştî ya Kurdistanê. Herweha pêwiste aliyên din yên kurd jî di derbarê HUDA PARÊ de helwesta xwe eşkere bikin. Ji ber ku HUDA PAR xwediyê hêzekî birbiçave li Kurdistana Bakur.  

Back to top button