Polîtîk

Divê kometeyek a lêkolînê ji bo bûyera 16ê cotmeha 2017ê bê avakirin

Fraksyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Kurdistanê daxwaza pêkanîna komîteyeke lêkolînê derbarê bûyerên 16ê Cotmeha 2017 ên li Kerkûk û deverên Kurdistanî yên din de dike.Fraksyona PDKê bi nivîseke fermî daxwaz ji serokatiya Parlamentoya Kurdistanê kir, ku derbarê bûyerên 16ê Cotmeha 2017an de komîteyeke lêkolînê were pêkanîn, daku ji bûyeran were vekolîn, ku di wan bûyeran de li Kerkûkê û deverên din ên Kurdistanî qewimîn.Di nivîsa fraksyona PDKê de hatiye gotin: “Li gorî birgeha B a madeya 47 a ji rêziknameya navxwe ya Parlamentoya Kurdistanê, desthilat bi Desteya Serokatiya Parlamentoyê hatiye dan, ku di dema bêhnvedana xûlên girêdanê de, komîteyên lêkolînê pêk bihîne.”Fraksyona PDKê dibêje: “Bi piştgirêdana bi wê naverokê û ji ber wê karesata mezin ku di 16ê Cotmeh û rojên paşê de hatin serê Kurdistanê, ku bi sedema wan beşeke mezin ji xaka Kurdistanê hat jidestdan û xelkê wan sînoran jî rûbirûyê tawanên mezin bûn û aware bûn, em daxwaz ji we dikin ku biryara pêkanîna komîteyeke lêkolînê ta taybet bi bûyerên 16ê Cotmehê û rojên piştre bidin.”Li gorî fraksyona PDKê, wan pêştir hewl daye ku li gorî birgeha 1 a madeya 47, komîteyeke lêkolînê derbarê bûyerên 16ê Cotmehê de were pêkanîn, lê belê ew komîte nehatiye avakirin û niha jî pêkanîna wê komîteyê bûye xwasteka gelek hêz û alî û xelkê Kurdistanê.

Back to top button