
Rojnama Financial Times a Îngilîzî li sedemê hilbijartinên pêşwext li Tirkiye nirxandinek berfireh çêkiriye û di vê nirxandinê de rojname dibêje: Bi salan sedêmê mezinbûna Aboriyê li Tirkiye deynên ku bi faizek hindik hatî standin bû. Kompanyayên mezin bi salan deyn li ser Euro û Dolar ji welatên biyanî hatiye standin. Piştî nirxê pereyên Tirkî ket ev deyn li ser wan giran bû. Di nirxandinê de dide diyarkirin ku bi vê sedemê Tirkiye biryara hilbijartinên pêşwext girtiye.Peyamnêrê rojnameyê, Laura Pitel didê xûyakirin ku,ji holdingên mezin Doguş Holdin di vê derbarê de nexwestiye tu şiroveyî bike û ev yek emareteke ku rewş ne gelek başe. Ne sabitbûna Lîreyê Tirki barê hukumetê jî girantir dike. Ji bo vê yekê jî bê ku rewş xiraptir bibe, Erdogan biryara hilbijartinên pêşwext stand.