
Serok Barzanî bi minasebeta sala nû daxûyaniyek ragihand û daxwaza çareseriya pirsgirêkan bi medodşn aşitîyane kir.
Peyama Serok Barzanî:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta serê sala nû ya zayînî, pîrozbahiyê li welatiyên xweşdivî yên Kurdistanê, malbatên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman dikim û hêviya xêr û xweşiyê ji bo hemû aliyek dixwazim.
Hêvîdar im sala 2021, sala dawîhatina pejik û nexweşî û giriftan be û aştî û bextewerî ji bo hemû welatiyên Kurdistan, Iraq û hemû navçeya me pêk bê.
Mesud Barzanî