Ebdulmehdî: Hevdîtina li gel Nêçîrvan Barzanî girîng bû

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî da xûykirin ku , pêwendiyên wan li gel Kurdistanê gelek baş e û wan hevdîtinên giring li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêkaniye.

Serokwezîrê Iraqê di konferansek rojnamevanî got:Me hevdîtinên giring li gel Nêçîrvan Barzanî kir, rewş gelek baş e û pêwendiyên me bi Herêma Kurdistanê re gelek baş in.

Derbarê mekanîzma firotina petrola  Kurdistanê û cîbicîkirina yasaya bûdceya îsal a Iraqê de, Serokwezîrê Iraqê got: Belê mekanîzmek a rêkirina petrolê heye, rekeftinek li ser vê mekanîzmayê heye pêwistî bi rêkevtineke nû nake û pêwîst e rojane 250 hezar bermîlên petrolê radestî SOMO bê kirin. Em li ser vê rêkevtin e, ya ku girêdayî cîbicîkirina yasaya bûdceyê ye, ew yek di destê Wezareta Darayî de ye û rûnimayî derketine û dest bi cîbicîkirina yasaya bûdceyê hatiye kirin, ev ji bo hemû yekeyên darayî ye.

Adil Ebdulmehdî behsa rewşa Kerkûkê jî kir û got, rewşa Kerkûkê aram û cêgîr e û ew rê nadin ku careke din teror li parêzgehên Kerkûk û Selahedînê cihê xwe veke.

Ebdulmehdî dibêje: Hemû tiştên ku derbarê Kerkûkê û navçeyên din de tên gotin, nerast in, rewşa Kerkûkê cêgîr û aram e. Berovajî me rewşa ewlehiyê li Kerkûkê bihêztir kiriye, me hemû valahî tijî kirine, ku teror dikare weke derfet sûdê jê bibîne. Niha baregeha kontrola yekgirtî heye bo yekgirtîkirina hêzên ewlekariyê, ku pêştir ew yek nebû. Rewşa Kerkûkê seqamgîr e, hin valahiyên ewlehiyê hebûn, niha hatine tijîkirin. Di navbera parêzgehên Kerkûk û Selahedînê de navçeyek hebû ku pêştir hêzên serbazî lê nebû, lê belê niha hêzên serbazî li wê derê ne”.

Serokwezîrê Iraqê tekez kir, ew rê nadin ku DAIŞê careke din bihêz bibe û çalakiyan encam bide û got: “Em dê derbên giran li DAIŞê bidin li Hemrînê û li her cihekê ku em bizanin çekdarên DAIŞê li wê derê hene. Em dê şev û roj li pey wan bin û rê nadin ti derfetekê bibînin ji bo cêgirbûnê û çalakiyan encam bidin. Berovajiyê tiştên ku tên gotin, zanyarî amaje bi vekişîna DAIŞê dikin”.

Roja (07-02-2019), Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê li gel Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî civiya û tekezî li ser “bêtir pêşxistina pêwendiyan, alîkarî û hemahengiya navbera herdu aliyan di hemû waran de kirin”.

Nerîna min :