Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro sardana Tirkiye kir. Barzanî gihat Enqere û li gel serokwezîrê Tirkiye Binali Yildirim hevdîtinek berfireh pêkanî.Herweha piştî vê hevdîtinê serokwezîrê Kurdistanê çû Stanbulê û ji aliyê serokkomarê Tirkiye Receb Tayib Erdogan ve hate pêşwazî kirin.Hevdîtina Erdogan û Barzanî zêdeyî seetek û nivê berdewam kir.Di hevdîtina de li ser operasyona Musilê û dawiya operasyonê de rewşa derkeve hole hate sekinandin. Wek tê zanîn eve demeke di navbera hukumeta Tirkiye û Iraqê de heyina leşkerên Tirkiye li devera Başîka tê gotubêj kirin û ev yek bû sedemê tundiyekî navbera herdu welatan de.Hevdîtina Erdogan û Barzanî de li ser vê yekê jî hate sekinandin û herweha kombuna hêzên Tirkiye li tixûbê Kurdistana Başûr li devera Silopî jî hate rojevê.Bê guman serdana serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di vê qonaxê de gelek giringiyek taybet heye.Ji xwe tê zanin ku eve demek bû Hukumeta Kurdistanê dixwest li Tirkiye nûnertiya xwe bi awayek fermî veke.Ev yek ji aliyê Tirkiye ve hate pejirandin û hevdîtina li gel serokwezîrê Tirkiye de ev yek hate rojevê.Dê demek nêzik nûnertiya hukumeta Kurdistanê li Enqere fermî bê vekirin.