
Roja PKK hatî damezirandin heta wek îro hinek kesan rastiya PKKÊ dizaniya û ev yek li gora imkanên xwe ji raya giştî ya Kurd re û ji aliyên siyasî re didan kifşkirin. Lê mixabin dewletên dagirker ku piştevaniya PKKê dikiran rê nadan vê yekê û bi behtir hewldidan PKKê ji bo aramancên xwe bi hêztir bikin.
PKK bi konrola dewleta kûr a Tirkiye hate damezirandin, bû sixûrê muxabaratan(Dezgehê Îstixbarata Sûrî), bû sîxûrê Îstixbarata Îranê û herweha bi hemû awayî li dijê serhildana kurdên başûr hevaltiya rejima sadam kir.
Bêguman ev babet gelekî dirêje û bi hezarên belgeyan hene ku, vê yekê ispat dike. Yanî ev ne ithameke li PKKê tê kirin.
PKK bi arikarî û planên rejima Bişar esad, ya Îran û Iraqê sala 2011ê de li rojavayê Kurdistanê bû xwedî desthilat.Dema şerê dijî DAÎŞê de hevpeymaniya navdewletî û DYA, HSD avakir û gelek eşîrên ereban tevlî HSDê kirin. Vê yekê qada desthilata HSDê berfireh kir.
Piştî demekî bi daxwaziya Amerika, Tirkiye herêma Efrîn û piûtre jî deverên wek Serê kaniyê, Girê Spî û hinek cihên din ji destê HSDê derxistin. HSDê siyaseta PKKê rêve dibira û hemû imkanên dahatên herêma ku HSD lê desthilat bû radestî PKK(Qendil) dikiran.
HSD/PKKê li rojavayê Kurdistanê, zordestiyek mezin li aliyên kurdên ku ne di xeta wande dikira. Endamên partî û rêxistinên kurda direvandin, digirtin û hinek ji wan dikuştin. Ofis û avahiyan van rêxistina dişewitandin û sivikahî li Ala Kurdistanê dikiran. Ala Kurdistanê li herêma xweseriya di bi destê PKKê de qedexe kirin.
Ev tenê çend xalên serekene ku mirov behs dike. Bi sedan, hezaran kiryarên wan li dijê heyina Kurdan hebûn. Rêxistinek terorist bi navê ”Ciwanên Şoreşger ” çêkirin û bi rêya wan hemû cureyên xirab dikiran, ya ji hemûyê xirabtir zarokên kurda hinê bikaranîna madeyên hişber kirin û ev yek belav kirin.
Yanî bi kurtahî PKK herçikas bi navê Kurda derketibe holê, lê tu pêwendiya wan bi Kurdeyatî û destxistina mafên rewa yên Kurda re çênebûya.
Lê mixabin gelek aliyên siyasî jî wek dewletên dagirker PKK bi kartianiyan û ji bo vê jî car bi car pişgiriyek bê hêz didan PKKê, her pişgiriya PKKê alozkirina aliyên din ên siyasî li bakurê Kurdistanê bûn.
Gelek bi kurtasî bê jî behsa PKKê hate kirin. Lê gelo aliyên din ên siyasî li bakurê Kurdistanê de nebûn sedema pêşketina PKKê? Gelo kesek di vî warî de rojek ji roja xwe rexne kir. Demekî ji bo hevkariya li gel PKKê gelek rêxistinên kurdên bakur ketin di nav pişbirkî de.Ji bo ji partiya MITê bibin parlementer yan jî ji bo serokekî şeredariyekî li gel PKKê hevkarî kirin. Yanî di vê xalê de bûn şirîkê tawanên PKKê.
Mebest ji partiya MITê HDP bû. Salên 2013-2015ê Beşir Atalay cigirê serokwezîr bû û koardinatorê pêvajoyê bû. Atalay di bernameyeka televizyonê de dibêje: HDP, ku di dema pêvajoyê de bi talîmatên Öcalan û MIT (Teşkîlata Îstîxbarata Neteweyî) hatiye damezrandin, ji damezrandina xwe ve cara yekem roleke ewqas watedar lîstiye û got, “BDP-HDP di vê xebatê de roleke girîng girtine ser xwe. Selaheddîn Demîrtaş, namzetê serokomariyê yê HDPê, her ku diçe nêzîkatiyek siyasî ya alîgirê Tirkiyeyê dişopîne.”
Ya balkêş ew e ku, tu cara kurdan serêşîya HDP/DEM nekiriye. Kesayetên ne kurd, çepên kemalist ev yek kirine ku, di xizmeta dewletê de bûn.
Herdema aliyek yê Kurda nêzikatiyek li gel PPKê kirî xwesiriye û PKK ew ji bo armancên xwe bi karaniye.
Di vê yekê de gelek kesayet û siyaset medar hebûn ku, tu cara li himber PKKê xwe winda nekirin û li gor mecala xwe bi mêranî li himber PKKê sekinin, PKK rexne kirin û tu cara bawer nekirin ku, PKK partiyek Kurd yan jî Kurdistaniye. Lê mixabin hêjmara van kesan bi tiliyên desta derbas nakin. Ji aliyek din ji bilî kesayetan, tenê piraniya ewên ku, xwe berdewama siyaseta PDKT(KUK)ditîtan tu cara neketin xefka siyaseta PKKê de. Piraniya wan îro jî dikarin şanaziyê li vê yekê bikin. Lê mixabin di nav vê komê de jî yên xwe li himber berjewendiyên PKKê pêşkêşî wan kirin nekarîn bisekinin û xwe radestî PKKê kirin hebûn.
Giringiya rojavayê Kurdistanê ya herî berbiçav yek jî ew bû ku, rastiya siyaseta PKKê di derbarê Kurdan de di çavên hemû kurdan de eşkere bû, PKK hate naskirin. Lê mixabin heta PKK hate naskirin Kurdistanê jî gelek tişt winda kirin.
Xwedî derketina Kurdan li hemû deverên cihanê ya rojavayê Kurdistanê, ji bo pêşerojekî jî wek heviyek mezin derket holê. Taybetî rolê sereke yê serok Barzanş û serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxûyakirin ku,kurd ne bê xwedine. Xwedî lê derketina başûrê Kurdistanê û rolê ku Serok Barzanî û serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî leyiztîn bû wek demanekî di pêşeroja Kurdistanê de.
Lê heta ku Kurd, aliyên siyasî yên Kurda rastiya PKKê tênegihin nikarin bi awayek zelal pêşiya xwe bibînin.
23.2.2026
Nêrîn / Şirove
N.Firat


