Nivîsar

Heta  ku ew hebin!!!

Ew tim bi tirs in ku di yekitiyieke weha de wê cih û meqamên gelekan ji destê wan derkev e. Yanî berjewendiyên xwe yên sexsî di ser berjewendiya neteweyî re digirin.

Bûbê Eser

Dema ku nexweşek dihere ba doktoran, doktor wî/ê guhdarî dike da ku bikaribe li gor nexweşiya wan dermanekî jê re binivîsîne. Lê heger doktor baş ji nexweşiya wan tênegihêje wan dişîne da ku filmên wan bê kişandin(Rontgen) da ku bikaribe bi rehetî êş û derdê nexweşê xwe fêm bike.

Ji ber ku têgihiştina miijaran, nivîs û fêmkirina êşan dibe çareseriya wê kêşeyê. Kêşeya me ya tevger û partiyên Kurdistanê jî ku çareser nabe, em tê negihiştine ku ew ji ku de ye. Her çiqasî hin tişt hatibin çareser kirin jî, ji bona halkirin ango çareseriyê me hê jî ew tespît nekirine.

Her çiqasî min û gelek canik û camêran nivîsîbin jî ku bi sal mezinan kêşeya bakurê Kurdistanê nayê çareserkirin. Ji ber ku serok û rêberên piraniya partî û tevgerên heyî hê jî ji wan salmezinên ku bîr û baweriyên xwe ji îdeloliyan girtine, pêk tê.

Loma jî kesên bi îdelojiyan mezin bû bin jî ew nikarin dermanê çareseriya kêşeya kurdên bakurê kurdistanê peyde bikin. Ji ber ku ew çareseriyê di rêxistina xwe, di partiya xwe de dibîne. Ew yên ji derveyê xwe weke xwe rast û durust nabîne.

Ew bawerin ku dê ji wan pêve du partî û kesayetiyên din, bê wan nikaribin vê kêşeyê çareser bikin. Lê tim jî behsa yekitiyan dikin. Yekitiya ku ew behs dikin, partî û rêxistinên din ketina nava wan e. Yanî li gor îdeolojiya wan, yekitiya rastteqîn ev e.

Lê ev fikir û raman li rewşa bakurê kurdistanê ya niha naguncive. Loma jî em tim û tim ji yekitiya ku em ê bi hevre karê ji bona azadiya gelê xwe bikin bêpar dimînin.

Sedemê vê ya herî mezin û bi bandor ev e ku wan siyasetmedarên ji salên 1965-80 pêk tê ne. Her çiqasî mirin nexweş jî be, mirov carna li mirina hin ji kesên ji wan salana mane, serok û rêberin hin partiyane, dixwazî.

Li gor baweriya min êdî fêda gelek ji kesên weha ji bona tevgera bakurê Kurdistanê ya niha re nema ne. Ji bona pêşîlêvekirina tevgereke nû jî tim ew dibin asteng. Heta ku ew hebin jî dê partiya wî ji xeta wî dernekev e. Xeta wan jî rê nade ku tevgereke neteweyî û fireh bixuliqe. Ew her fêr bûne ku bila ya min be, lê bila bi çûk be.

Îro rewşa bakurê Kurdistanê pir bi zelalî tê dîtin ku li ber têkçûnê ye. Dema tu li partî û rêxistinên heyî dinêre, her yek ji wan jî 200 kesan derbas nake. Bi vê  hebûna xwe jî kêfxweş in. Naxwazin û nahêlin ku tevgera kurd bibe 800 kes.

Ez gihiştime wê baweriyê ku heta hin ji wan kesên min li jor bi nav kirin berpis û rêvebirbin, partî û tevgerên bakurê Kurdistanê dê nikaribin pêşiya xwe bi zelalî bibînin. Ji ber vê helwestê em ê jî tu yekitî û bi hevre karkirina partî û tevgerên kurdistanê nebînin.

Niha rewşa bakurê kurdistanê ji bona yekitî û bi hevre karkirinê ji her demê bêtir guncav e. Dîsa jî wan serok û rêberên heyî ji bona berjewendiyên xwe yên sexsî  yekitiyeke berfireh ango eniyeke Kurdistanî bi hevre naxiliqînin.

Sedema vê jî tenha ew salmezinên serê kaniyan girtine e. Ew tim bi tirs in ku di yekitiyieke weha de wê cih û meqamên gelekan ji destê wan derkev e. Yanî berjewendiyên xwe yên sexsî di ser berjewendiya neteweyî re digirin.

Hezar mixabin ku gelek ji endam û hin rêvebirên partiyên Kurdistanê vê yekê dibînin lê dîsa bêdeng in. Sedema bêdengiya wan, pêşî li berjewendiya neteweyî digire. Heger weke endamên hemî partî û rêxistinên heyî bi hevre rabin û zorê bidin berpirs, serok û rêvebirên xwe, meseleya yekitî û bi hevre karkirina bakurê Kurdistanê tê çareserkirin.

Ji ber vê dibêjim: Ew bêdengiya endamên partiyan jî bi qasî serok û rêberên xwe gunehkar in. Ji bona xwe ji vê azad bikin, divê endamên partiyan bêne ba hev û di nava xwe de yekitî an jî bi hevre karkirina partiyên Kurdistanê çareser bikin.

Ji ber ku ji bilî hin îstîsneyan serok û rêberên partiyên kurdistanê yên niha piranî yekitiyê naxwazin, heger bixwazin an xwestibana niha ev hatibû çareserkirin.

Back to top button